Bû xwendekara herî serketî ji bo civakê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 1 Mijdar 2021 - 23:37

  • Shun Ahmed (Sihûn Ehmed) li zanîngeha xwe ya Vanderbiltê bû xwendekara sinifên salên dawî ya herî serketî di warê xizmet û çalakbûna civakî de. 

Shun Ahmed (Sihûn Ehmed) li zanîngeha xwe ya Vanderbiltê bû xwendekara sinifên salên dawî ya herî serketî di warê xizmet û çalakbûna civakî de. 

Shun Ahmed a 22 salî di heman demê de ji bo rojnameya Vanderbilt Hustler -The Hustler jî jê re dibêjin - dinivîse li ser mijarên jiyana rojane û her wiha wênergir û dîmengir e jî ji bo qismê dijîtal ê heman rojnameyê.  

Vanderbilt Programming Board (VPB) da zanîn ku wê ji nava 10 fînalîstan dengên herî zêde wergirtine û bûye serketiye salê. Ji bo namzetî û serketinê xisletên sereke jî xizmeta ji bo bipêşxistina civakên Vanderbilt û Nashville ên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bûn. 

Shun Ahmed li ser serketina xwe dibêje, “Mirov weke ferdekî xwedî gelek hêz e û yek ji tiştên herî girîng ew e ku mirov xelkê û civakê razî bike da ku destekê bidin mirovî.”

Shun Ahmed herî zêde balê dibe ser tevnên alîkariyê yên ji nava civaka Kurd a li Nashvillê û dibêje, "Netirsin, doza alîkariyê û axaftinê bikin. Ez kesek im ku nirxê çîrokan gelek e li cem min. Gava mirov Kurdeke Emerîkî be û bi qasî min bi çanda Kurdî re girêdayî be, hingê yek ji tiştên em herî zêde li pêş digirin, gotina çîrokan e. Lewma em çandeke welê ne ku dîroka xwe bi gotinan ji malbatekê radigihîne malbateke din." 

NASHVILLE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.