Bruksel destekê dide jinûveavakirina Şengalê 

Şemî 17 Tîrmeh 2021 - 05:11

Parlamena Belçîkayê qirkirina dema fermana 3´yê Tebaxa 2014´an a li dijî Êzîdiyan qebûl û mehkûm kir. Pêşnûma li parlamentoyê bi pirraniya dengan hate erêkirin. 

Beriya niha Hezîranê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Belçîkayê, pêşnûma biryara li ser naskirina Qirkirina Êzidiyan bi yekdengî qebûl kiribû. Pêşnûmabiryar 14’ê Tîrmheê kete rojeva Meclîsa Nûneran a Balçîkayê. Piştî nîqaşê bi rojekê, şeva 15’ê Tîrmehê pêşnûma kete ber dengdanê.

François De Smet, Malik Ben Achour, Michel De Maegd û Samuel Cogolati, Koen Metsu, Els Van Hoof, Goedele Liekens, Vicky Reynaert û Wouter De Vriendt bi pêşengiya parlemeter Georges Dallemagne pêşnûma pêşkêş kirin. Piştî dengdanê pêşnûmaya qirkirinê bi desteka hemû koman hate erêkirin. 

Çi diguhere?

Pêşnûma sûcê qirkirinê li dijî Êzîdiyan ê ku DAÎŞ’ê li Iraq û Sûriyê ji sala 2014’an ve dike, nas dike û mehkûm dike. Pêşnûma wekî din van daxwazan jî ji hikûmetê dike:

- Hemû rê û rêbazên qanûnî yên navxweyî û navneteweyî bi kar bîne da ku sûcê jenosîdê yê DAIŞ’ê li dijî Êzîdiyan bê ceza nemîne;
- Teşwîqkirin û destekdayina hewldanên dadweriya Belçîkayê ji bo destnîşankirin û dadgehkirina sûcdarên Belçîkî yên muhtemel;
- Bi wan Êzîdiyan re yên ku dixwazin vegerin gund û bajarên xwe, bibin alikar; bi taybetî daxwaz bê kirin ku peymana di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê de hatiye çekirin, bi cih bê anîn; Jibo vê yekê jî pêşniyaza ‘çavdêriya navneteweyî ya peymanê’ bê kirin.
- Destekdayîna ji nû ve avakirina bajar û gundên hatine hilweşandin.
- Alîkariya mirovî ya taybet pêşkêşî kesên rastî tundiya zayendî, koletî û kiryarên din yên dermirovî hatine, bê kirin. 
Ecêb e ku di pêşnûmayê de doza bicihanîna peymana di navbera Hewlêr û bexdayê de tê kirin, tevî ku Êzîdiyên mexdûrê qirkirinê, vê peymanê wekî dewama qirkirinê dibînin.

BRUKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.