Brigitte dosteke 40 salan bû

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 2 Hezîran 2022 - 04:30

Aktîvîsta siyasî Brigitte Reib bi salan ji bo gelê Kurd têkoşiya. Cenazeyê wê li Hamburgê bi merasîmeke hat veşartin. 

Brigitte Reib ji sala 1980’yî ve li Elmanyayê li gel têkoşîna maf û azadiyê a gelê Kurd cihê xwe digirt, di 4’ê Nîsana 2022’an de li mala xwe ya Hamburgê wefat kiribû.

Ji bo Reib ji aliyê Kurd û dostên wan ên li Hamburgê ve merasîmek hat lidarxistin. Piştî merasîmê cenazeyê Brigitte Reib li goristana li taxa Ottensen a Hamburgê hat veşartin.

Ji Meclîsa Jinê ya Rojbîn, Leyla Kara di merasîmê de bal bire ser xebatên Brigitte Reib ên ji bo gelê Kurd û got, Kurdan hevaleke xwe ya bi nirx ji dest da.

Kaya da zanîn ku Brigitte bi Beate û Robert ên ku wefat kirine, şandeyên Kurdistanê organîze dikirin û wiha domand: “Herî dawî dixwest biçe Şengalê, lê tenduristiya wê ne guncaw bû. Ew di navbera gelên Elman û Kurd de pirek bû.”

Brigitte Reib sala 1947’an li bajara Gotha yê Thruringenê ji dayik bû. Piştî sala 1970’yî bi xwişka xwe Beate Reib û Robert Jarowoy re di nava têkoşîna siyasî de cihê xwe digire û ji destpêka salên 1980’yî ve bi awayek çalak di nava Tevgera Azadiya Kurd de cih girt.

Brigitte Reib û hevalên wê sala 1984’an bi armanca ku piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd berfirehtir bikin, li Hambûrgê Komeleya bi navê Dostên Gelê Kurd ava kirin.

Sala 1992’yan Brigitte pêşengiya avakirina Kurdistan Hilfe E.V (Komeleya Alîkariyê ya Kurdistanê) kir.

ANF/HAMBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.