Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê û Dêrikê ji bo nasandina 3 pirtûkên nivîskar Biradost Mîtanî, şahiyek li dar xist.
Şahî bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîr, nivîskar û endamên saziyên civaka sivîl li navenda Çand û Huner a Dicle hate lidarxistin. Piştî rêzgirtinê, nivîskar Biradost Mîtanî pirtûkên xwe dan nasîn.
Nivîskar Biradost Mîtanî piştî ku pirtûkên xwe îmze kirin, li beşdaran jî belav kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN