Bozarslan: Tecrîd rewşeke tolhildanê ye

Duşem 5 Sibat 2024 - 00:55

Prof. Hamît Bozarslan têkilî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan got ji bo ku di mijara Rojava de bi paş ve gav naaavêje tecrîda li ser Ocalan tê jidandin. Bozarslan her wiha diyar kir dewleta Tirk tecrîdê weke haletekî tolhildanê bi kar tîne.

Siyaseta Tirk siyaseta şantajê ye

Prof. Hamît Bozarslan di nirxandinên xwe de ku ji ANF’ê re kirî, stratejiya derve ya dewleta Tirk bi renge ‘’stratejiya şantajê’’ bi nav kir. Bozarslan derheqê têkiliyên Îran-Rûsya û Tirkiyê got, ‘’Hem nefrete ji hev dikin û hem jî jig elek aliyan ve bi hev in û deyndarê hev in’’ û li ser rengê têkiliya wan wiha got: ‘’Di navbera van de hevkariyeke mîna hevkariya di nava hêzên paramîlîter de heye. Di vê hevkariyê de Îran û Rûsyayê têkildarî Rojava hin xetên sor danîne. Derdê van ne Rojava ne jî Kurd in. Naxwazin nifûsa Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê hîn zêdetir bibe. Ev xetên sor halê hazir de hatine qebûlkirin. Ji derveyî vê Tirkiye di polîtîkaya derve de xwedî siyaseteke şantajê ye.’’

Polîtîkaya Tirk îflas kiriye

Bozarslan bi domdarî got,’’Polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê bi temamî îflas kiriye. Eger mirov krîza 2009-2010’an a bi Îsraîlê re, ya bi Siûdî Erebistanê re û her wiha krîzên bi Misir û DYE’yê re bi nirxîne, di van krîzan hemûyan de Tirkiyeyê winda kir.

Lê ji bo kevneşopiya Îttîhat û Terakkî tişta esas dijminê navxwe ye. Ji bo rejîma Erdogan ku vê kevneşopiyê didomîne, dijminê navxwe ê herî mezin Kurd in.”

Entegrasyona naxwe ya Kurd ne baş e

Bozarslan têkilî halê Kurdan destnîşan kir li nav Kurdan hem aliyê baş û hem aliyê xirab hene û ‘’nebûna entegrasyoneke navxwe, hevalbendiyê’’ ya Kurdan weke aliyê xirab diyar kir. Bozarslan got,’’ Ev rewş hem ji bo Rojava hem jî Başûrê Kurdistanê pir girîng e. Divê Kurdîtî zimanekî nû yê têkoşînê û rêbazên nû pêş bixin. Bi taybetî li Tirkiyeyê ev rê, rêyên siyasî ne, lê di heman demê de dibe ku bi rengê rêyên çandî jî be. Divê siyaseta wan a çandê ji nû ve bê hizirîn, bi rêya çandê peyamên cuda ji Tirkîtiyê re bên şandin. Li aliyek din jî tevî hemû zextan Kurdîtî li ser piyan dimîne û hîna jî Kurd li Rojhilata Navîn yek ji faktorên girîng in.

Îttîhatî çarçoweya tolhildanê ye

Bozarslan Îttîhatî bi rengê ‘îdeolojiyekê û strateji û çarçoweyeke tolhildanê’’ ye pênase kir û got têgihiştina îttîhatî kesên ku ji xwe re weke dijmin dibine li dijî wan tecrîdê û mehkumkirinê datîne. Bozaraslan wiha domand: ‘’Îttîhat û Terakkî ev yek dikir, Kemalîzm ev yek dikir. Yên ku bi kuştinê jî ev tişt dikirin, hebûn. Di dema Erdogan de jî cînayetên siyasî çêbûn. Lê ger mirov Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş yan jî Osman Kavala binirxîne, evane yên ku rejîma Erdogan yan jî hin hêzên di nava rejîmê de ew weke dijmin îlan kirine, ew kes weke hedefa tolhildanê îlan kirine. Lewma di serî de Ocalan li dijî van kesan bêhiqûqiyeke mezin tê kirin.

Ocalan bandoreke mezin dike

Di meseleya Ocalan de feraseteke din a duyemîn heye; axaftina Ocalan wê bandoreke mezin di nava Kurdan de nîşan bide. Desthilatdarî hin caran gotinên bi vî rengî dibêje, ‘Di navbera Ocalan û tevgera Kurd de nakokî hene, Ocalan nêzî me ye, yan jî Ocalan li dijî van e’. Eger Ocalan baxive wê derkeve holê ku ev gotin hemû pûç û vala ne.’’

Ji bo ku Ocalan tawîzan nade..

Dîsa em dizanin ku Ocalan li Rojava tawîzê nade Tirkiyeyê. Ji ber van faktoran tecrîd tê meşandin.

Erdogan di 10-15 salên dawî de ken ji bîr kiriye. Dema mirov li gotinên wî dinêre, quretî û sixêfan dike. Ev ziman di heman demê de çarçoveyek e ku tevahiya siyasetê çêdike. Ev yek ne tenê li cem Erdogan, li cem Donald Trûmp û Pûtîn jî xuya dike.

Desthilatdarî di heman demê de dibe veguhere mekanîzmayeke ku rasyonalîteya xwe jî îmha bike. Lewma di demokrasiyê de hevsengî û mekanîzmayên kontrolê pir girîng in.”

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.