123 roj in li parêzgeha Silêmanî, Helebce îdareyên Germiyan, Raperîn û navçeya Koye mamosta li dijî nedana muçe û mafên darayî di boykotê de ne. Niha li hin ji wan dibistanan dest bi dewamê hatiye kirin. Di 8’ê mehê de Rêveberiya Perwerdeyê ya Silêmaniyê bi jimara 481 nivîsek belav kir û ragihand ku divê hemû mamosta dest bi dewamên xwe bikin, berovajî wê ceza were dayîn û mamostayên bi peyman ji kar werin dûrxistin.
Li gorî peyameke Rêvebera Perwerdeya Silêmaniyê Benaz Remezan di koma rêveberiya dibistanên Silêmaniyê de belavkirî, wê lijneyek perwerdeyê serdana dibistanan bike.
Heman peyamê de hate destnîşankirin ku di serdanê wê lîsteya mamostayên ne amade werin girtin da ku tedbîrên yasayî li beramber werin bikaranîn.
Her wiha da zanîn ku tayînkirin û diyarkirina mamostayên bi peyman girêdayî rêveberiya perwerdeyê ye.
Hêjayî gotinêye ku li hinek dibistanên ku mamostayên wan boykot ragihandine, dest bi dewamê hat kirin. Endamê Sekreteriya Yekitiya Mamostayên Kurdistanê Berhem Mistefa, di hevpeyvîneke xwe ya li gel Rojnewsê de diyar kir ku heta niha jî boykot berdewame û got:“Ti kesek nikare mamostayan ceza bike, em li benda biryara dadgeha federal a Iraqê ne.”
NAVENDA NÛÇEYAN