Boykota karmendên Silêmanî didome

Sêşem 3 Îlon 2024 - 00:37

Boykota karmendên Rêveberiya Dabeşkirina Elektrîkê ya Silêmaniyê, Ofîsa Dadnivîsê ya Du a Silêmaniyê û hin saziyên din ji ber nestandina mûçeyan didome. Malbata Barzanî li bara boykota karmendan xwe nebihistî dike.

Malbata Barzanî ku rêveberiya Başûr desteser kirine, li gel ku dema hikûmetê bihuriye jî nahêlin ku hilbijartin bibe û dewlemendiya Başûrê Kurdistanê ji bo domdariya desthilata malbatî didizin, dikin dewlemendiya şexsî, her ku diçe dibe sedema hejariya gelê Başûr.

Malbata Barzaniyan serê çendekê bi nedana mûçeya karmendan dibe rojev û dijî vê diziya mûçeya karmendan boykot têne kirin.

Herî dawî karmendên saziya elektrîkê ji ber ku mûçeyên wan nadin wan boykot ragihandin.

Boykota karmendên Rêveberiya Dabeşkirina Elektrîkê ya Silêmaniyê, Ofîsa Dadnivîsê ya Du a Silêmaniyê û çend saziyek din di roja duyem de dewam dike.

Du meh in hikûmeta demborî ya Mesrur Barzanî muçeyê karmendên Herêma Kurdistanê belav nedaye.

Li dijî nedana muçyan  duh li Silêmaniyê karmendên Rêveberiya Dabeşkirina Elektrîka Silêmaniyê, Ofîsa Dadnivîsê ya Du a Silêmaniyê û çend saziyek din boykot ragihandin.

Boykota karmendan ya dijî nedana mûçe di roja duyem de dewam dike.

Herwiha li gorî agahiyan gelek saziyên li Silêmaniyê ji ber nedana mûçe saetên dewamê kêm kirine. Herwiha hinek sazî jî li şûna heftiye 5 roj dewam bikin, 3 yan jî 2 roj dewam dikin.

Tevî nerazîbûnan jî hikumeta Barzanî bêdeng e.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.