Bombeyên wan bi wan de teqandin

Çarşem 28 Îlon 2022 - 01:35

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 8 leşkerên din ên Tirk ên dagirker kuştin, konekî leşkerî îmha kir. Dagirkerên ku li hemberî gerîla bêçare jî 16 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êriş bir ser berxwedana gerîlayan.

Navenda ragihand û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çalakiyên hêzên me de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, konekî leşkerî hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 16 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 3 caran bi balafirên şer, 40 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, hawan û tankan bombe kir."

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir: 

 

Li Zê (Zapê)

26'ê Îlonê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li komeke dagirkerên li dora çeperên şer ê li Şehîd Agir xist. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, konekî dagirkeran jî hate îmhakirin.

26'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, dagirkeran xwestin bikevin çeperên şer ên li Şehîd Agir, hêzên me bi çekên ferdî û bombeyên destan li wan da. Piştî derbên ku hêzên me li wan dan, teqemeniyên ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer amade kiribûn, bi van dagirkeran ve teqiyan. Di encamê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

26'ê Îlonê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemço tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

27'ê Îlonê saet di 14:00´an de li Çemçoyê, dagirkeran bi çekên kîmyewî bombe li çeperên şer ên li Şehîd Bahoz barandin, xwestin bikevin hundirê çeperên şer. Tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û dagirker neçar man gavekê vekişin.

 

Li Metînayê

26'ê Îlonê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran xistin û dagirkerek bi sekvaniyê ceza kirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.