HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bi helîkopteran û obusan bombebaran kiriye. HPG'ê ragihand, ku ji ber van êrişan tiştek bi hêzên wan nehatiye. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bombardûmana hewayî û bejahî ya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye: "Artêşa Tirk a dagirker herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bi helîkopterên êrişê û obusan bombebaran kiriye. Li gorî vê: 6'ê Hezîranê li herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê bombe li Girê Zendûra, zeviyên gundê Kêste, gundê Derarê, gundê Deşîşê û Qela Qumriyê barandine. Heman rojê li herêma Avaşînê qadên Mamreşo û Mervanosê û qada Cîlo ya Biçûk a herêma Zapê bi helîkopterên êrişê hatin bombebarankirin. 7'ê Hezîranê jî qada Çemço ya li herêma Zapê ji qereqolên li ser sînor bi obusan hate bombekirin."

ANF/BEHDÎNAN