Bombeavêj hiştin û revîn
Pêncşem 11 Tebax 2022 - 16:43
HPG'ê da zanîn ku gerîlayên Kurdistanê di çalakiyên silavkirina Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê de 13 dagirkerên din kuştine, kepçeyek, konekî leşkerî û 2 çeper jî îmha kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Dewleta Tirk li her derê bi êrişa li ser gelê Kurd ê bêguneh û bi rûmet, hewl dide têkçûna xwe ya li Zê (Zap), Avaşîn û Metînayê binixumîne. Tîmên me yên bi tevger di çalakiyên silavkirina Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê de, yek jê operatorê kepçeyekê 13 dagirker ceza kirin, kepçeyek, konekî leşkerî û 2 çeper jî îmha kirin. Di heman demê de çekek bombeavêj û 16 bombeyên wê, dûrbîneke çekê, şarjorên çekeke MPT-55, dedektoreke mayinê, cîhazeke ragihandinê, cîhazeke jammer a dikare bê hilgirtin û aparatên wê, 2 çenteyên leşkerî, bombeyên mij û gelek malzemeyên jiyanî hatin desteserkirin.
Artêşa Tirk a dagirker 4 caran bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 11 caran bi balafirên şer, 4 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus û hawanan bombe li qadên berxwedanê barandin.”
BEHDÎNAN