Biryarê ferz dikin

Yekşem 7 Adar 2021 - 16:30

  • Piştî weşandina dîmenên hinan ji rojnamevan û çalakgerên Behdînanê, yek ji parêzerên wan Beşdar Hesen got, îfade bi êşkenceyê û zora sîlehan hatine girtin û wiha dewam kir: "Bi vê senaryoyê, dixwazin Dadgeha Temîzê jî neçarî xwe bikin."

Yek ji parêzerên girtiyên Behdînanê, Beşdar Hesen e, wî got, weşandina senaryoya mikurhatina girtiyan di bin zexta çekan de bû û neyasayî ye û got ku sûcdarî bê bingeh in. Beşdar Hesen wekî din got, wênegirtina li gel gerîla ne sûc e û belku şeref û şanaziyeke mezin e.

Ji RojNewsê Botan Germiyanî bi Beşdar Hesen re peyiviye. Beşdar Hesen yek ji parêzerên girtiyên Behdînanê ye. Ew dîmenê ku asayîşê 4´ê Adarê weşandî rexne dike, dibêje, îfadeya çalakvanan û rojnamevanan qismî bi kamerayên veşartî hatiye tomarkirin, îfade piştî êşkenceyê bi wan hatiye dayîn. Ew weke belge bikaranîna van dîmenan rexne dike. Ew wekî din balê dibe ser weşandina wêneyên rojnamevan Şêrwan Şêrwanî bi gerîla re jî: "Weşandina wê senaryoyê û îfadeyan ne qanûnî ye. Ji ber ku hîna derbarê wê dozê de Dadgeha Temîzê biryara dawî nedaye. Herwiha li ser binçavkirina rakirina çekê û di bin zextan de mikûrhatin nêzîkbûneke serdema şerê navxweyî ye. Di qonaxa yekem de Serokê Hikûmetê bi daxuyaniya xwe Dadgeha Hewlêrê neçarî xwe kir. Dubare bi vê senaryoyê, dixwazin Dadgeha Temîzê jî neçarî xwe bikin.”

Dixwazin bandorê li dadgehê bikin

Li gorî RojNews radigihîne, Beşdar Hesen dibêje, tohmetên li dijî girtiyan bêbingeh in: "Weke parêzekî dixwazim rojekê ligel gerîla wêne bigirim. Mixabin heta niha ev şeref û şanaziya mezin bi dest min neketiye. Tenê dewleta Tirk gerîla weke terorîst bi nav dike, heger gerîla nebûya DAIŞ wê biketa bajarên Başûrê Kurdistanê. Em li ber  biryara dadgehê û weşandina vê senaryoyê derketin. Ji serî heta binî ne qanûnî ye. Em daxwazê ji dadwerên birêz ên Dadgeha Temîzê dikin ku nekevin bin bandora vî dîmenî û desthilatê. Biryarek adil bidin."

Girtî di greva birçîbûnê de ne

16’ê Sibata bihurî, Dadgeha Ceza ya Hewlêrê bi îdiaya “sîxûrî û têkdana aramiya Herêma Kurdistanê” li Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa 6 sal cezayê hepsê birrî. 17’ê Sibatê li dijî biryarê û rewşa xerab a girtîgehê her 5 rojnamevan û çalakgeran dest bi greva birçîbûnê kir û hîna derbarê rewşa tenduristiya wan de ti agahî nehatine bi destxistin.

Komîteya Pêywendiyên Koma Civakê Kurdistanê (KCK) di 5’ê Adarê de li ser mijarê daxuyanî da û got: “Roja 4’ê Adara 2021’an dezgeha Parastinê ya PDK’ê li ser navê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê raporek dîtbarî belav kiriye, qaşo çend ‘tawanbar’ mikur hatine ku pêywendiya wan bi PKK’ê re hebûye û xwestine provakasyonê bikin.

KCK´ê êşkence û bêexlaqî bi bîr xistibû

Ew dîmen rastî gelek nerazîbûnan hat û di gava yekê de pirraniya sazî û rêxistinên girêdayî Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê fermîbûna wê rapora dîtbarî red kir û ragihand ku haya wan ji raporeke wiha nîne. Di vê baweriyê de ne ku ew azadîxwazane ji ber fikir û ramanên azad û karê rojnamevaniyê ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ve weke dîl hatine girtin û ew mikurhatin hemû di bin zexteke bê exlaq ê dezgeha Parastinê de ji wan hatine girtin û wijdanê hişyar ê gelê me ti carî ji wan senaryoyan bawer nake."

Ji 5 endamên Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê 3´yên ji YNK´ê, dabûn zanîn ku dîmen bêyî haya wan jê hebe hatine weşandin û wan jî ev yek weke neqanûnî bi nav kir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.