HPG'ê gerîlayê li Botanê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û got: "Hevrêyê me Brûsk bi bîranîn, daxwaza xwe ya têkoşînê, wêrekiya mezin û biryardariya xwe wê ji me hevrêyên xwe re timî bibe mînak."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser şehîd bi vî rengî ye:
"Em hevrêyê xwe Brûsk Timoqî yê ku di 25’ê Cotmeha 2017’an de li Deriyê Qaçê yê herêma Besta ya Botanê dema bi komek hevalên xwe re li ser erka xwe bû, di encama êrîşa dijmin de şehîd bû bi rêzdarî bi bîr tînin. Hevrêyê me Brûsk di dema fermandariya herêma Kêla Memê de şehîd bû, bîranîna wî, biryardariya wî ya têkoşînê, cesaret û îradeya wî ya mezin wê her tim ji me re hevalan re bibe mînak. Em soz didin têkoşîna azadiyê ya gelê ku hevrê me Brûsk hemû jiyana xwe bêteredut ji bo wê feda kir, bi serkeftinê bi encam bikin.
Di serî de ji malbata hêja yê hevrê Brûsk, xelkê Timoqî yê welatparêz û hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Hevrêyê me Brûsk Timoqî li gundê Timoqê yê welatparêz ê bajarê Êlihê ji dayik bû. Di sala 1999'an de tevlî nava refên PKK'ê bû. Hevrêyê me Brûsk di zivistana 2015-2016’an de derbasî herêma Besta bû û berpirsyarî girt ser xwe, bû fermandarê herêma Kêla Memê. Hevrêyê me Brûsk li vir jî bi kesayeta xwe ya kedkar, fedakarî û hevrêtiya xwe ya jidil rola pêşengtî lîst. Bîranîna hevrêyê me Brûsk ê ku li pey xwe mîraseke girîng a têkoşînê hişt û tevlî karwanê şehîdan bû, wê her dem bi hevrêyên me re hevrêtiyê bike û armancên ku bi fedekarî ji bo wan têkoşiya wê teqez bi ser bikeve."
Agahiyên nasnameya hevrêyê me şehîd wiha ne:
Brûsk Timoqî (Huseyîn Degîrmencî), li Êlihê jidayîk bûye, 25’ê Cotmeha 2017’an li Botanê şehîd bû.
BEHDÎNAN