Di merasîma şehîd Ebas Îbrahîm Mehmûd de ku di 13’yê Hezîranê de di êrişek hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Qeladizê li gel 3 kesên din şehîd bû, ciwanekî bi peyama “Ez çeka Şehîd radikim û li erdê nahêlim” diyar kir ku ew ê tevlî gerîlayên azadiyê bibe.

Şehîdê Qeladizê Ebas Îbrahîm Mehmûd pêr li goristana kevin a Bekrecu a Silêmaniyê bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin. Di merasîmê de girseya gel hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriyê bi axaftin û dirûşmeyan nîşan da.

Ciwanekî jî hêrsa xwe li dijî dagirkeriyê bi eşkerekirina biryara tevlîbûna nava refên gerîla nîşan da.

Ciwanê ku axaftineke kurt kir, wiha got: “Ez wekî ciwanekî Başûrê Kurdistanê biryara xwe ya tevlîbûna nava gerîla eşkere dikim. Çeka Şehîd Rêdûr radikim, nahêlim bikeve erdê. Bila malbata şehîd aram be, ji niha û pê de kurê we me.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ