Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Arêz Abdullah li ser daxuyaniya Mesûd Barzanî diyar dike, peyamên ku tên dayîn ji me re dibêje şerê Kurd bi Kurd re her kêlî dibe ku rû bide û dibêje, “Hîn derfet heye divê pêşî li şer bêgirtin û dilê dagirkeran bi rijandina xwîna zarokên me xweş nekin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan têkildarî provaksyonên hêzên PDK’ê yên li herêma Behdînanê û sewqiyeta leşkerî ya ji bo Garê banga diyalogê li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kiribû û xwestibû helwesta xwe ya di vî warî de eşkere bike. Piştî çend rojan ku Barzanî bersiva PKK’ê da û ti peyameke ji bo çareseriyê û diyalogê neda, berevajî dewleta Tirk nedît û PKK weke dagirker bi nav kir û ev peyam jî ji aliyê raya giştî ya Kurd ve weke îlana şer hate dîtin.
Endamê serkirdayetiya YNK’ê Arêz Abdullah jî li ser hesabê xwe yê Facebook’ê peyama Barzanî wiha şîrove kir û bêyî ku di nava meseleyê de bibîne got; “Dîsa bêhna şerekî Kurd bi Kurd re tê. Îşaret ji me re dibêjin dibe ku her kêlî şer rû bide. Niha gotina min ne li ser wê ye ku kî mafdar an jî ne mafdar e. Lê nêrîna min li ser ziyan, qûrbanî û malwêraniya di encama şer de ye.”

Di rêkeftinê de Tirkiye jî hebû

Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Arêz Abdullah doh ji Stêrk Tv re jî têkildarî daxuyaniya Mesûd Barzanî, peymana li ser Şengalê û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê axivî. Li ser daxuyaniya Mesûd Barzanî Arêz Abdullah got: “Ne tenê daxuyaniya Mesûd Barzanî, PDK‘ê hêz jî li devera Amêdî û Akrê kom kiriye. Beriya niha jî li ser navê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê beyannameyek weşandibû û PKK tê de tewanbar kiribû, ku hewlê terorî li nav Hewlêrê pêk tîne. Ev hemû didin xuyakirin ku niyeteke şer heye.
Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Arêz Abdullah her wiha li ser peymana li dijî Şengalê hatî mohrkirin jî ev agahî da: “Bi rastî li gorî agahiyên me, ew rêkeftina li Bexda li ser Şengalê çêbûye, di navbera Iraq, Tirkiyê û PDK’ê de bûye.”

NAVENDA NÛÇEYAN