Biryara komîteyê xizmeta tasfiyeyê ye

Sêşem 8 Cotmeh 2024 - 03:15

  • Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî zimên bingehê Komploya 9’ê Cotmehê bi esasî li Civîna Qahîreyê hatiye danîn, heta ev neyê fêhmkirin wê komplo û tecrîd neyê fêhmkirin, têkilî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî ku salek wext da Tirkiyê got biryar xizmetê ji tasfiyekirinê re dike û bang li hêzên Ewropî yên sosyalîst, dilxwazên azadiyê kir ku li Rêber Apo xwedî derkevin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik derheqê Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ji ANF’ê re axivî.  Bayik anî zimên komplo di şexsê Rêber Ocalan de li dijî gelê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê hatiye kirin. Bayik destnîşan kir heta ku nêzîkatiya modernîteya kapîtalîst neyê fêhmkirin wê komplo û tecrîd neyê fêhmkirin, anî zimên ku bingehê komployê bi esasî li civîna Qahîreyê hatiye danîn, divê civînê de Rojhilata Navîn hatiye parçekirin; hem Ereb û hem Kurd hatine parçekirin.

Kurd li derî sîstemê hiştin

Bayik wiha got:’’Li ser vê parçebûnê sîstema kapîtalîst modernîte da rûniştandin, li ser vê dane meşandin. Wextê ku li Rojhilava Navîn ev parçebûna bi pêş xistin, gelê Kurd înkar kirin. Gotin gelê Kurd êdî nîne. Belkî berê hebû, lê belê di siyasetê Rojhilatê Navîn de, di siyaseta kapîtalîst modernîteyê de êdî cihê Kurdan nîne. Ji ber wê siyasetê qirkirinê, îmhayê esas hat wergirtin. Ji ber vê Kurd li derveyî sîstema ku bi pêş xistin hiştin. Wateya vê çi ye? Êdî ji bo Kurdan ti heq û hiqûq nîne.’’

AKP-MHP çima anîn ser desthilatê?

Bayik bi domdarî diyar kir dewletên dagirker vê siyasetê dewam dikin, eger ku mirov vê baş fêhm neke, mirov nikare ew qanûnên ku piştre li dijî Kurdan hat pêşxistin, fêhm bike, Plana Şark Îlahatê, Qanûna Tuncelî (Dersim) û gelek qanûnên din hatine danîn û got,’’Armanca van qanûnane hemû ew bû ku wê çawa Kurd ji holê rakin.’’ Bayik wiha domand:’’ AKP-MHP’ê anîne ser desthilatdariyê û li ser desthilatdariyê de dihêlin, ji bo ku ew qirkirinê Kurd temam bikin anîn ser desthilatdariyê. Ji bo vê li ser desthilatdariyê dihêlin. AKP-MHP’ê bi temamî desthilatdariya xwe ser qirkirinê Kurd bi pêş dixin.’’

Sîstem ji alî Gladyo ve hatiye danîn

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî zimên sîstema êşkenceyê ya tecrîda li ser Rêber Ocalan ji alî Gladyo ve hatiye danîn û got,’’Komploya navneteweyî jî di her aliyê de bi alîkariya dewleta Tirkiye kir. Ji ber ku siyaseteke sîstema kapîtalîst modernîte pêş xistî, li ser îmhakirinê, qirkirina Kurd bû. Dewleta Tirkiye ji ber ku ew siyaseta dimeşand, ji bo vê alîkariya dewleta Tirk di her aliyê ve pêş xistin. Vaya ji bo berjewendiyên xwe dixwestin, ji bo alîkariya dewleta Tirkiyeyê kirin. Dewleta Tirkiyeyê jî bi vê alîkariyê dixwest ku armancên xwe pêk bîne. Niha ew sîstema ku li Îmraliyê hatî pêşxistin, bi temamî sîstemeke ne rewa ye, bi temamî sîstemeke Gladyo pêş xistiye. Qanûna Gladyo 26 sal in li Îmraliyê tê meşandin. Di wê derê de ti hiqûq nîne. Çima? Ji ber ku ji bo gelê Kurd hiqûq nîne. Gelê Kurd bi civînê Qahîreyê li derveyî hiqûq hiştin.’’

Ji Rêber Apo ditirsin

Bayik li ser sedema bê ka çima di komployê de israr dikin û çim abi şekle tecrîda mitleq didomînin got,’’Sebeba wê heye. Ji ber ku ji Rêber Apo ditirsin. Ji fikrê wî, ji axaftina wî ditirsin. Ji ber ku li ser siyasetê, ne tenê li ser siyaseta Tirkiyeyê, li ser siyasetê Rojhilata Navîn, yê cîhanê tesîr dike. Li ser gelê Kurd, li ser gelan tesîr dike, li ser mirovatiyê tesîr dike, li ser mirovatiyê tesîr dike, moralê, hêviyê dide wan. Rêya çareseriyê li pêş wan datîne. Ji ber vê komploger, xayînên Kurd, desthilatdar ji Rêber Apo ditirsin.’’

Rastiya Barzaniyan hate dîtin

Derheqê Mafê Hêviyê ku têkilî Rêber Ocalan ku ji alî dewleta Tirk ve nayê qebûlkirin, Bayik got,’’Ji bo Rêber Apo qanûna mafê hêviyê qebûl nake. Niha nêzîkbûna li Rêber Apo weke qaxezê turnusol e, rastiya her kesekî derdixe holê, bi her kesî dide fêhmkirin. Niha rastiya Rêber Apo, berxwedana ku li Îmraliyê dimeşîne, hem rastiyê hemû Kurdan derxistin holê. Di xeta tevgera Kurd de, xeta xiyanetê çi ye, xeta bi dijmin re hevkarî çi ye, xeta welatparêzî, şoreşgerî çi ye, ji mirovan çi dixwaze ev ji her alî ve nîşan da, bi her kesî da fêhmkirin. Ji bo vê rastiya mala Barzanî di aliyê Kurdan de hat fêhmkirin.

Biryara Komîteyê xizmetê ji çi re dike?

Derheqê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkilî Mafê Hêviyê ku salek din wext dane Tirkiyê Bayik got, ‘’Ji ber ku Tirkiyeyê ev xwest û ji her kesî re jî vêya dibêje, ji ber vê Konseya Ewropa jî careke din salek qebûl kir. Wateya vê çi ye? Wateya vê ew e ku ew êşkenceya ku li ser Rêber Apo heyî hûn dikarin dewam bikin, hûn dixwazin PKK’ê ji holê rabikin, qirkirina Kurd temam bikin, hûn dikarin bikin. Biryara ku wergirtin xizmetê vê dikir. Yanî Ewropa bi esasî li biryara xwe xwedî derdikeve. Biryara ku dewleta Tirkiyeyê li ser Rêber Apo, PKK û Kurdan pêk tîne jî biryara ku li Qahîreyê hatiye wergirtine. Li ser vê bingehê dewleta Tirkiyeyê qirkirin û tasfiyeyê dimeşîne. Dewleta Tirkiyeyê ne tenê Kurdan ji qirkirinê re derbas dike.’’

Li Rêbertiyê xwedî derkevin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bang li hêzên Ewropayê yên dilxwazên azadî, demokrasiyê, dijberê, ji bo sosyalîzmê têdikoşin kir û got,’’ Îro Rêber Apo xwedî nirxên mirovatî, demokrasî, azadî, sosyalîzmê xwedî derdikeve. Ji bo vê ew hêzane lazim e li Rêber Apo xwedî derkevin. Qedera xwe û ya Rêber Apo bikin yek. Li dijî komplo, li dijî tecrîdê bisekinin û şerê demokrasî û azadiyê bilind bikin. Ji bo ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, lazim e têkoşînê bilind bikin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.