- Şêwra Jinên Kurd: Şêwra jinan bang li aliyên Kurd û Kurdistanî hemûyan dike, weke erkeke neteweyî kar ji bo azadiya jinên Êzîdî bike, ji bo wan jinên ku heta niha winda ne.
Şêwra Jinên Kurd a bi dirûşma ‘Qirkirina Jinan rawestînin’, piştî nirxandin û nîqaşên berfireh, bi ragihandina encamnameyê bi dawî bû.
Şemiya bihurî danê sibehê, li Silêmaniyê bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê, li ser rewşa jinan ya li her çar parçeyên Kurdistanê, şêwra Jinên Kurd bi dirûşmeya ‘Qirkirina Jinan rawestînin’ dest pê kiribû.
Di destpêka şêwrê de pêşangeheke wêneyên jinên ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin, hate vekirin. Derbarê wekheviya cinsî, pîvanên derbarê erk, maf û azadiya jinan de belavok li beşdaran hatin belavkirin.
Di şêwirê de 2 panel hatin dayîn. Di di panela yekê de mijarên ‘Tundûtujî û girtina jinan a ji ber desthilata siyasî, di nasnameya jinan de rola yasa û çandê û rewşa jinan a di bin zextên siyasî de’ hatin nîqaşkirin.
Di panela duyem de jî ‘Rewşa jinan ya di bin desthilata dagirker de, rewşa jinên Êzîdî ya di rastiya niha de’ hatin nîqaşkirin.
Bi yekîtiyê sînoran wê bêmane bikin
Piştî nirxandin û nîqaşên berfireh, Şêwra Jinên Kurd bi ragihandina encamnameyê bi dawî bû.
Biryarên di encamnameya şêwrê wiha ne:
- Pêwîst e jinên Kurd û Kurdistan bi yekîtî û bihevrebûna xwe, sînorên dibin asteng, derbas bikin.
l Pêwîst e jinên Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê xwe li hember hev berpirsyar bibînîn bi rêya siyasî û civakî nîqaşên xwe bidomînin.
- Xwedîderketina li jinên ku ji ber tundî û şidetê metirsî li ser jiyana wan heye, erkeke exlaq û wijdanî ye. Pêwîst e helwêsteke hevpar hebe.
- Divê jin deng û helwêstên xwe li hemberî partî û aliyên siyasî bilind bike da ku îradeya serxwebûna jinan bi pêş bikeve û rola jinan di her aliyê civakî û siyasî de hebe.
- Parastina jinên Êzîdî li Şengalê erkeke sereke yê jinan e. Ji ber ku heta niha birînên jinên Êzîdî nekewiyane.
- Şêwra jinan bang li aliyên Kurd û Kurdistanî hemûyan dike, weke erkeke neteweyî kar ji bo azadiya jinên Êzîdî bike, ji bo wan jinên ku heta niha winda ne.
- Ji bo parastina xak û welat, pêwîstî bi yekdengiyê heye. Berî her kesî, pêwîst e jin xwedî li destketiyên jinan derkevin.
- Em bang li saziyên jinan ên cîhanê hemûyan dikin da ku li hemberî êrişên dewletên dagirker ên li Kurdistanê xwedî helwêst bin, piştîgiriyê bidin xebat û têkoşîna jinên Kurd.
- Em bang li jinên çar parçeyên Kurdistanê dikin da ku ji bo çareseriyê bi mekanîzmeyeke hevpar kar bikin.
- Erka jinan e ku Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurdistanê pêk bîne.
- Divê jin li ber medyaya herêmî û dijminên Kurdan ên neşîrînkirina çanda Kurd, xwedî helwêst bin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ