• 100 Kurdên ji Swîsreyê nobeta heta bi 17´ê Kanûnê ya li Starsbourgê li ber KE´yê da destpêkirin û wan ji KE´yê xwest ku biryara DMME´yê ya li ser doza Ocalan bi cih bîne. Heyeta nobetdaran dosyayek jî li ser daxwazên xwe da CPT´yê.

Kurdên derveyî welat li Strasbourgê ji bo biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê (DMME) ya derbarê Rêber Abdullah Ocalan de ji aliyê Konseya Ewrûpayê (KE) ve pêk were, çalakiya nobetê ya ji bo 17 rojan dest pê kir. Çalakger bang li saziyê Ewrûpayê dikin da ku zextê li Tirkiyeyê bikin, ji bo ku biryara DMME’yê bi cih bîne. Di çalakiya nobetê de doh hevserokên CDK-S´yê Îsmaîl Kardaş û Selma Surer, li ser daxwazên xwe dosyayek da şefê maseya Tirkiyeyê yê CPT´yê Michael Neurauter. 

Desteya Wezîran a KE´yê, biryara DMME´yê ya di sala 2014’an de derbarê cezayê hepsê yê heta hetayê yê dewleta Tirk li Rêber Abdullah Ocalan birrî, piştî bi heft salan xiste rojeva xwe.

Civîna li avahiya KE´yê ya li Strasbourgê 30’yê Mijdarê destpê kir û wê îro jî (2´yê Kanûnê) dewam bike.

Însiyatîfa ’Ji Ocalan re Azadî’ jî di çarçoveya pêngava ’Dem dema Azadiyê ye’ de û bi dirûşma,”Azadî wê bi ser bikeve, ji bo Ocalan bikeve tevgerê” li ber avahiya KE´yê çalakiyeke nobetê ya 17 rojan da destpêkirin.

Kurdistanî doh sibehê li ber avahiya KE´yê kom bûn û konê çalakiyê vedan. Ji bo roja yekemîn a çalakiyê, komeke ji 100 kesan ji Siwîsreyê çalakiyê dewr girt. Pankartên li ser wan nivîsandî, “Rêber Abdullah Ocalan, ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Îmraliyê girtî ye, agahî jê nayê girtin” hat hildan û bi 9 zimanan dirûşma “Azadî wê bi ser bikeve” a li pankartan hat hilgirtin.

Kurdan posterên mezin ên Rêber Ocalan jî daliqandin.

Dosya dan şefê maseya Tirkiyeyê

Derbarê armanca çalakiyê de hevserokên Civaka Demokratîk a Kurd a Siwîsreyê (CDK-S) Selma Surer û Îsmaîl Kardaş, ji bo bidawîkirina neheqiya li Îmraliyê, bang li Konseya Ewrûpayê kir û xwest, biryara DMME´yê pêk bîne. Wan her wiha bal bire ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê jî.

Beşdarên çalakiyê, piştî daxuyaniyê dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Tirkiyeya faşîst”, “Erdoganê kujer” û “Dewleta Tirk a qirker” gotin.

Piştre dirûşman çalakiyeke rûniştinê ya 10 deqîqeyî hate lidarxistin û paşê jî beşdarên çalakiyê vegeriyan cihê ku lê kon vedane. 

Paşê li ser navê beşdarên çalakiyê, hevserokên CDK-S´ê Îsmaîl Kardaş û Selma Surer, dosyayek da şefê maseya Tirkiyeyê yê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) Michael Neurauter. Di dosyayê de daxwazên çalakiyê hatin ravekirin. Michael Neurauter berê li ser navê CPT´ê çûbû girava Îmraliyê û Rêber Abdullah Ocalan jî dîtibû.

Heta 17´ê Kanûnê 

Çalakiya li ber avahiya KE´yê wê heta bi 17´ê Kanûnê dewam bike. Çav li rê ye îro serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî biçe Strasbourgê û ji ber wê yekê, rojekê li bajêr çalakî hatine qedexekirin. Çalakiyan Kurdan jî wê sibe (3´yê Kanûnê) ji cihê mayî dewam bike. Çalakî wê sibe bi beşdarbûna endamên TEV-ÇAND’ê pêk bê.

Piştre bi dorê Tevgera Ciwanan, Tevgera Jinan, hilbijartî û Yekîtiya Hêzê, Kurdên ji Frakfurt û derdora wê, Kurdên ji Bakurê Fransayê, Kurdên ji Belçîka û Holandayê, Kurdên ji Stuttgart û derdora wê, hevserokên rêxistinên Kurdan û nûnerên saziyên baweriyan, Kurdên ji Başûrê Fransayê, nûnerên dîplomasiya tevgera Kurd û înternasyonalîst û herî dawî jî Kurdên ji herêmên navendî yên Elmanyayê nobetê dewr digirin.

STRASBOURG