Biryar bi temamî siyasî ye

În 13 Gulan 2022 - 22:21

  • Di doza li Brukselê ya ji ber pîlana reşkujiya li dijî rêveberên Kurd de dadgehê biryara beraetê da. Rêveberên Kurd û parêzer Jan Fermon got, “biryar bi temamî siyasî ye”. 

MAXIME AZADÎ / BRUKSEL 

Di doza li Brukselê ya ji ber pîlana reşkujiya li dijî rêveberên Kurd de dadgehê biryara beraetê da. Rêveberên Kurd û parêzer Jan Fermon got, “biryar bi temamî siyasî ye”. 

Doz ji ber hewldana reşkujiya li dijî hevserokê KONGRA-GEL Remzi Kartal û endamê Konseya rêveber a KCK´ê Zubeyir Aydar a sala 2017´an hatibû vekirin. Rûniştina pêşî a dozê 11´ê Adarê bû û 13´ê Gulanê yanî doh dadgehê biryara xwe eşkere kir. Aydar, Kartal û parêzer Jan Fermon di dema ragihandina biryarê de tevî parêzerê yekî ji tohmetbaran amade bûn.

Dadgehê biryara beraata endamên koma reşkujiyê ya Tirk da. Dadger got, ew cîdiyet û rastiya delîlên di dosyeyê de qebûl dike, lê ev delîl ji bo mehkûmkirinê ne bes in. Dadger diyar kir MÎT a ku teşkîlata îstîxbarata Tirk e ji ber ku saziyeke dewletê ye, nabe ku wekî terorîst were nirxandin. Dozger jixwe ji serî ve dixwest vê dozê bixe. Di biryara dadger de hevokeke ji lêpirsîna Fransayê derket pêş. Polêsên Fransayê bi hevokekê, endamên koma reşkujiyê bêsûc dîtin. Dadgehê jî ev gotin ji xwe re kir, esas.

Parêzer Jan Fermon got, “Biryara kite bi kite wê duşemê têkeve destê me. Em bi hemû kitekiyan nizanin, me bi tenê li hincetên wan nihêrî. Dadgehê qebûl kir ku tiştek heye. Lêpirsîna Fransayê hemû hevokek e. Dadger got, ‘Polêsên Fransayê diyar dikin, têra xwe delîl tine ne’ û wî jî ev tişt got.”

Fermon got, “Dadger ji min re got, me gotiye ev kes endamê MÎT’ê ne. Me tiştekî wisa negot. Me got têkiliya wan heye. Wî jî got, ‘We gotiye ku ev ji MÎT’ê re dixebitin, MÎT di warê hiqûqî de serwîseke dewletê ye û nabe ku terorîst be. Heke ji MÎT’ê re dixebitin, nabe ku ev kes terorîst bin. Biryara dadgehê ev e ku ‘Wê çawa xwe ji vê meseleyê rizgar bikin’. Ev biryareke siyasî ye û aqilê dewletê ye. Ne biryareke li ser dosyeyê ye. Di dozeke din de bûya wê bi van delîlan mahkûmiyet derketa”.

Biryarê qebûl nakin

Zubeyîr Aydar jî got, biryar ji ber têkiliyên di navbera dewletan de hatiye dayîn: “Dozger jixwe ji destpêkê ve nedixwest doz were vekirin. Di çarçoveya şerê Ukraynayê û têkiliyên di navbera Fransa û Ukraynayê de biryareke siyasî hate dayîn. Em li ber vê biryarê rabin.”

Remzî Kartal jî nerazîbûn nîşanî bêsûcdîtina MÎT’ê da: “Jixwe problem li vir dest pê dike. Sûcên MÎT’ê yên wekî êrişên terorîst, revandina mirovan, êşkence, provokasyon, reşkujî û qetlîama Parîsê hene. Ji ber vê ev biryara hatiye dayîn, siyasî ye û em ê miracaetî dadgeheke bilindtir bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.