Biryar a me ye

Nûçeyên Dosye

Sêşem 14 Tîrmeh 2020 - 11:11

FAHRETTÎN KILIÇ/FETHÎ BALAMAN
MA/AMED

Di ser çalakiya rojiya mirinê ya li dijî îşkence û hovitiya zindana Amedê re 38 sal derbasbûn. Şahidên wê demê diyar dikin ku di navbera hişmendiya wê demê û ya niha ya dewletê de ti ferq nîne û gotin: “Wê demê Esad û Co’yek hebû lê niha hejmara wan ji sedî zêdetir e.”

Bi berxwedanê guhertin çêbûn
Yek ji şahidê wan rojan Mehdî Aslan ê 65 salî ye. Aslan ku bi Mehmet Hayrî Dûrmûş re hatiye girtin piştî îşkenceyeke 45 rojan şandine Girtîgeha Amedê. Aslan, diyar kir ku 8 salan di Girtîgeha Amedê de maye, lê belê pirtûk jî û axaftina bi rojan jî têr nake ji bo vegotina wê. Aslan got: “Di 5’ê Îlona 1983’yan de jî berxwedanek çêbû. Her kesê dirûşma ‘bimre mêtîngerî’ berz dikir. Heval hemû çûn ber paceyan û dest bi dirûşmeyan kirin. Wan kesên ku deng ji wan dernediket jî bi me re li ber xwe dan. Li ser berxwedana Mazlûm, Çaran û 14’ê Tîrmehê li ber xwe didan. Piştî rojiyên mirinê di rewşa girtîgehê de guhertinên mecbûrî çêbûn.”

Rojiya mirinê ruh da zindanê
Arîf Tûrgay ê 60 salî jî di navbera salên 1982 û 1988’an de di zindana Amedê de maye. Tûrgay, bibîr xist ku dema çalakiya rojiyên mirinê destpê kiriye ew di greva birçîbûnê de bûn û got: “Ew berxwedana ku bi Mazlûm destpêkir û bi Çaran berdewam kir, bi rojiya mirinê ya mezin ruh da girtîgehê. Ruhekî berxwedêr da her kesî. Em niha bi saya wan berxwedêran in. Gelê me minetdarê wan e. Heke cûntaya faşîst bigihişta armanca xwe, îro wê navê kurdan jî tunebûna.”

Biryara xwe em bi xwe didin 
Yek ji wan girtiyên ku bûye şahidiya îşkenceya wê demê jî Ganî Alkan e. Alkan ku ji Doza Sereke ya PKK’ê hatî darizandin û 8 salan di zindana Amedê de mayî berxwedana 14’ê Tîrmehê, ya piştî wê û ya niha tê dayîn nirxand. Alkan, diyar kir ku di zindana Amedê de pêkanîn li gor statuyeke taybet bûn û got: “Rêveberiya girtîgehê di destê Esad Oktay Yildiran, Kemal Yarmak û kesên girêdayî wan de bû. Îşkenceyeke ku rûmeta mirovan bin pê bikin dikirin. Li dijî îşkenceyan biryara rojiya mirinê bi awayekî rêxistinî hat dayîn û seknek hat nîşandan.”
Alkan, bibîr xist ku Xeyrî gotiye, “…Ez li gor erê û na’yên we tevnagerim. Em ê bi canê xwe daxwazên xwe pêk bînin. Mafên ku te xwîna xwe dayî û girtî tu hêz nikarin ji te bistînin.”

 

14ʼê Tîrmehê çi bû ?

Di ser çalakiya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an de 38 sal derbas bûn. Piştî Kenan Evren di 12’ê Îlona 1980’yî de bi darbeyeke eskerî dest danî ser rêveberiya Tirkiyeyê zextên li ser gelê kurd û pêşengên gelê kurd zêde bûn. Gelek qadro û dildarên PKK’ê wê demê hatin binçavkirin, hatin girtin û îşkencekirin. Ji ber vê pêşengên PKK’ê jî li dijî îşkenceya li Girtîgeha Jimare 5’an a Amedê di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de dest bi rojiya mirinê kiribûn. Li dijî zilma serbaz Esad Oktay Yildiran dest bi çalakiyê kiribûn û xwestibûn îşkence û zilma li ser girtiyan bi dawî bibe.
Dîsa pêşengê PKK’ê Mazlum Dogan, di Newroza sala 1982’yan de bi 3 darikên niftikê bedena xwe dabû ber agir û bibû sembola Newrozê. 58 roj şûnde Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmi Oner ku dû re wekî ”Çaran” hatin binavkirin, bedena xwe dan ber agir. Di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li dijî îşkenceyê pêşengê PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek jî dest bi rojiya mirinê kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.