• Dagirkeran 4ʼê Îlona 2015ʼan dor li Cizîrê girtin. 21 kes kuştin yek jê Emîne Çagirca bû. Diya wê, ew xist sarincê ji bo xira nebe. 5 sal di ser bûyerê re derbas bûn. Dayika wê dibêje, ew ê dev ji doza xwe bernede. Birîn nekewiyan e. Di sarincê de hilanîne.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4ʼê Îlona 2015ʼan dor li Cizîra Botan girtin û derketina derve li Kurdan qedexe kirin. Bajar dan ber topan û gulle lê reşandin. Êrişkariya çeteyên perwerdekirî di nava bajêr de 9 rojan dewam kir. Di salvegera darbeya eskerî ya 12ʼê Îlonê de xwînxwaran êrişên xwe sist kirin. Di van rojên êrişa dijwar de 21 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Di nava kuştiyan de yek jê serhatiya wê gelekî dilê mirovan û kezeba dayikan şewitand. Ew jî kuştina zaroka 10 salî ya bi navê Emîne Çagirca bû. Li hewşê li cem diya xwe bi gulleyên çeteyan gêrî erdê bû û derfetê malbatê çênebû wê bibin nexweşxaneyê. Ji bo cenaze xira nebe, dê û bavê wê, ew xistin sarincê û dayika wê por û destên wê hinne kir û ew rakir. Di ser vê hovîtiya hê neqediyayî re 5 sal derbas bûn. Di salvegera pêncan de dê û bavê wê ji nûçegîhanên ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût û Mujdat Can re peyivîn.

Ez ê qet ji bîr nekim

Dayika Emînayê bi Cemîla Çagirca bi gotina “ez ê wan rojan qet ji bîr nekim” dest bi qalkirina wan rojan dike û dibêje, “Heta ez hebim ez ê li pey doza Cemîla xwe bim.”
Dayika Cemîlayê, Emîna Cagirga weha behsa wan rojan dike: “Cemîle zarok bû diçû dibistanê. Cemîle gelek jêhatî û serkeftî bû. Êvara duşemê dengê çekên giran dihat. Em jî li hewşê rûniştibûn. Me dît ku gule li me hatin reşandin. Me got qey xwelî dibare. Min lê niherî Cemîle li erdê dirêj bûye. Hingî min got Cemîle Cemîle bersiva min neda. Piştî ku axîn jê çû wefat kir.
Me cenazeyê wê şuşt. Cemîleyê gelek ji hinneyê hez dikir. Min dest û pora wê hinne kir. Pişt re ji bo ku cenazeyê wê xera nebe me di sarincê de veşart. Piştî 3 rojan me bang li dewletê kir ku bihêlin em cenaze bibin. Ji me re gotin; cenaze bînin ser cadeyê wê ambulans bê pêşiya we. Me heta ser rêya Hezexê cenaze bir. Pişt re ambulans hat û cenaze girt. Me kir û nekir destûr nedan yek ji me bi cenaze re biçe. Nehiştin ku em bi cenazeyê xwe re biçin. Cenaze birin Şirnexê. Pişt re nexweşxane li me geriya got ku ‘em ê cenaze bişûn û li vir veşêrin.’ Me qebûl nekir. Me got me cenazeyê xwe şuştiye û kefen kiriye. Piştî 9 roj derbas bûn, em çûn me cenazeyê xwe girt.” 

Em neçar man cenaze bixin sarincê

Bavê Cemîlayê Ramazan Cagirga jî wiha qala wan rojan kir: “9 rojan dor li taxa me girtin. Şerê herî giran li taxa Nûrê qewimî. Li vê taxê gelek kes hatin kuştin. Navbera mala me û taxa Nûrê kîlometreyek heye. Di warê xweparastinê de mala me ewletir bû. Me hewl dida xwe ji guleyên çekên giran biparasta. Lê em dîsa jî bûn hedef. Cemîle jî li gel diya xwe û birayê xwe li hewşê rûniştibûn. Di wê kêliya ew li hewşê rûniştî ne, mala me ji aliyê hêzên tîmên taybet ve hat gulebarankirin. Di encama êrişê de Cemîle hat kuştin. Me bang li ambulansê kir nehat. Me kir û nekir me rê nedît ku em cenaze rakin nexweşxaneyê. Ji bo cenaze xera nebe, em neçar man ku di sarincê de veşêrin.
 
Em dizanin kujer kî ne

Me 3 rojan cenazeyê Cemîla di sarincê de veşart. Piştî 3 rojan li ser hewlêdanên HDP’ê me cenaze ji sarincê derxist û rakir nexweşxaneyê. Wextê me xwest em cenaze rakin ambûlansê lê me jî gulebaran kirin. Cenazeyê me 10 rojan li nexweşxaneyê bêkes ma. Pişt re li me geriyan gotin ‘hûn dikarin cenazeyê xwe werbigirin.’ Me jî biryar da ku em cenazeyê xwe bi merasîma cenazeyên welatiyên din re veşêrin. Roja qedexe rabû bi girseyî cenaze hatin veşartin. Dozgeriyê bang li me kir. Di lêpirsînê de wekî ku PKK’ê kuştiye nişanda bûn. Me bi wan re gengeşe kir me got em dizanin kujer kî ne. Min ji dozger re got dema keça min hat qetilkirin ez li wir bûm.”
NAVENDA NÛÇEYAN