- KCK: divê bi rêbaza seferberiyê têkoşîna civakî bê meşandin, rêxistinî bê xurtkirin, hîn bêhtir kar bê kirin û Tifaqa Ked û Azadiyê di vê hilbijartinê de bê biserxistin.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyek da û bang li Misilmanan kir da ku li dijî faşîstan, desthilatdarperestan, dijminê civakê, bazirganên dîn û mezhebperestan têkoşîneke hevpar bimeşînin.
KCK´ê got, "Weke gelê Kurdistanê em cejnê di nava pêvajoyeke giran de pêşwazî dikin. Mixabin hikûmeta AKP-MHP'ê ya faşîst a ku ola me bi kar tîne, tedbîr wernegirt û bû sedem ku zêdeyî 100 hezar mirovên me jiyana xwe ji dest bidin. Ev qeder nîne, ev komkujiyeke ku bi zanebûn hatiye kirin. Gelê me wê hesab ji van kujerên gelên me û bazirganên olê bipirse. Gelê me wê li herêma erdhejê bibe dermanê derdên hev. Gelê Kurd û hêzên demokratîk, wê di dema cejnê de jî birînên gelê me yê mexdûr bipêçin, wê hîn bêhtir bibe derman ji hewcedaran re.
Hilbijartin firsend e
Di serî de ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gel, bawerî, jin û ciwanên li Tirkiyeyê firsendeke mezin hatiye afirandin. Bi taybetî ji bo gelê Kurd ê ku êrîşên qirkirinê lê tê kirin, bi hilbijartinên vê biharê re wê pêvajoyeke ji bûyerên mezin rû bide. Ji bo ev yek pêk were, ji bo bi kêrî Kurdan, Elewiyan, Ereban, gelên cuda û baweriyên cuda bê, ji bo bi kêrî jin û ciwanan bê divê mirov hîn bêhtir bixebitin, bi rêxistin bikin û bi rêbaza seferberiyê tevlî pêvajoyê bibin. Lewma pêvajoya hilbijartinê hem ji bo gelên li Tirkiyeyê hem jî bi taybetî ji bo civaka Kurdistanê pêvajoyeke girîng e. Têkoşîna ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê 50 sal in dimeşîne, desthilatdariya faşîst xistiye nava pêvajoya hilweşînê. Gelê Kurd bi biryar e ku bi hilbijartinê re vê pêvajoyê bibe serî.
Lewma divê were zanîn ku hewldana ji bo azadî, edalet, wekhevî û aştiya civakî, têkoşîna di vê oxirê de bi qasî îbadetê xêr e. Her Misilmanên li Tirkiyeyê yên baweriya xwe bi demokrasî û azadiyê tînin, divê bêteredût tevlî pêvajoyê bibin. Gel û baweriyên li Tirkiyeyê, çandên li Tirkiyeyê wê çarenûsa xwe di vê hilbijartinê de diyar bikin. Di vê hilbijartinê de jî Partiya Çepên Kesk wê bi rola diyarker rabe.
Tifaqê bi ser bixin
Gelê Kurd ji roja ku baweriya Îslamê nas kir û pê ve biratiya ummetê ji xwe re kir bingeh, bi gel û baweriyên cuda re her tim di nava piştevaniyê û dostaniyê de bû. Bi taybetî di 50 salên dawî de bi Tevgera Azadiyê re ev çand hîn bi zanebûn, bi mejî û pîvanên jiyaneke demokratîk û azad xurtir bû. Ji HADEP'ê heta bi HDP'ê û herî dawî jî Partiya Çepên Kesk, partiyên mîna wan nirxên encamên vê têkoşînê ne. Ji ber vê yekê divê bi rêbaza seferberiyê têkoşîna civakî bê meşandin, rêxistinî bê xurtkirin, hîn bêhtir kar bê kirin û Tifaqa Ked û Azadiyê di vê hilbijartinê de bê biserxistin. Di serî de li Kurdistanê li her devera ku gelê Kurd lê ye, li dijî mejiyê desthilatdariyê yê ku ji bo qirkirinê êrîşî kurdan dike, êşkenceyê dike, dixe zindanê û di şexsê Rêberê Gelê Kurd de tecrîdê ferz dike, wezîfeya mirovî ya her bawermendî ye ku têbikoşe.
Malbatên şehîdan bi tenê nehêlin
Divê serdana malbatên me yên girtiyan bê kirin, piştevaniya bi wan re di asta herî bilind de bê nîşandan. Divê malbatên me yên şehîdan bi tenê neyên hiştin, cejna hev pîroz bikin û serdana hev bikin. Weke tevgerê bi wesîleya cejnê em li pêşberî bîranîna şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin û soz didin ku têkoşîna wan heta serketinê mezin bikin. Bi taybetî xêreke mezin e ku serdana mexdûrên li herêma erdhejê bê kirin û bersiv ji pêwîstiyên wan re bê dayin. Divê hemû Misilmanên li herêma erdhejê çi Kurd çi Ereb çi jî ji neteweyên cuda, serdana wan bê kirin û cejna wan bê pîrozkirin. Bi wesîleya cejnê em bang li gelên Rojhilata Navîn dikin bi taybetî jî bang li Misilmanan dikin ku li dijî faşîstan, desthilatdarperestan, dijminê civakê, bazirganên olî û mezhebperestan têkoşîneke hevpar bimeşînin."
BEHDÎNAN