Bîrgeh!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Sibat 2024 - 00:56

  • Hêlîn Bozarslan kar û xebatek gelek hûr û kûr kîjan sazî bûn, çi kar dikirin çima hatiye mohr kirin li ser van xalan xebatek pîroz meşand. Di demek wisa de jî bo hiş û aqil ji bîr neke, Hêlîn Bozarslan Bîrgeh anî meydanê û çap kir.

HASÎP YANLIÇ

Dema pirtûk dihat amade kirin, haya min bi rêya amadekara pirtûkê ya Bîrgehê çêbû. Wê demê gelek bi kelecan bûbûm, ji ber dem û devranek an jî bi gotineke din JIYANEK an jî WELATEK hatibû desteserkirin, û kar û xetabên salên dirêj hatibû avakirin bi destê dewletê bi KHK’ê hatibû tune kirin û êdî ew ê bi wek bîrekê-hafizayekê-memory-belek bihata tomar kirin.  Ji ber wê dema Bîrgeh dihate amade kirin ez gelekî bi kelecanbûm, bîra me, keda me, welatê me, saziyên me, ew ê nehate jibîrkirin...

Di wan saziyên ku bi nasnameya xwe Kurd bû, kar û xebatên civakekê dikir û paşê hatin mohr kirin, Rêzdar Hêlîn Bozarslan kar û xebatek gelek hûr û kûr kîjan sazî bûn, çi kar dikirin çima hatiye mohr kirin li ser van xalan xebatek pîroz meşand. Di demek wisa de jî bo hiş û aqil ji bîr neke, Hêlîn Bozarslan Bîrgeh anî meydanê û çapkir.

Ez jî di van saziyan ên ku bi KHK’ê yên bi destê dewleta Tirk ve hate girtin de, min kar kiriye, ked daye, alîkariya wan kiriye, wan jî ji gelek aliya alîkariya min kiriye, an piştgiriya min kiriye, an jî min xwe tê de ditiye tevlî kursên wan, aktîvîteyên wan ên kulturî sosyalî, civakî û siyasî bûme. An jî ji bo taziye-hawariyê salon dane me, an jî dema girtî bûm, piştgiriya min a hûquqî, piştgiriya min a psikolojîk kiribûn. Yanî kurt û kurmancî ew saziyên ku ji bo min av bû, nan bû, oksîjena min bû, xêrnexwaza li ser min de girtin mohr kirin, nifte li ser xistin. Ew nifte ne li ser deriyên saziyan ket, ew nifte li ser jiyana me ket, ava me miçiqandin, kîlera jiyana me şewitandin, oksîjena ku me digirt jahrî kirin bi wê mohra xwe ya reş. Ewqas eşkere dibêjim ku ew hemû saziyên me ji me re jiyan bû, jiyan li ser me mohr kirin. 

Ez dikarim bêjim ku bi 80% têkiliya min bi van saziyan re hebû. Hema taybetî jî saziyên ku ez endamê wan bûm jî hatin mohr kirin. Wek Komeleya Nivîskarên Kurd, Wek Kurdî Derê wek Akedemiya Ehmedê Xanê, wek malên Piştgiriyê ya Perwerdehiyê...

Min li Kurdî Derê mamostetiya zimanê kurmancî dikirin, û nêzî 50 xwendekarê min dersen kurmancî digirt û komek me ya koma xwendinê ya romanê jî hebû me ji xwe re roman dixwend û dinirxand. Piştî ku çavên wan bar nebû ji wan rojên me yên xweş, ji sazîyên me yên geş, di roja reş de mohra jahrê li derî û jiyana me xistin li saziya me ya ku hew kar û barên zimanê Kurdî dikir xistin...Min û xwendekarên xwe ji xwe re wek alternatîf xwe avêt Akademiya Ehmedê Xanî dersên xwe li wir domand, piştî demekê dema ez di dersa xwe de bûm, wek teyrên beratê li der û dora me li saziya me li mala me Akedemiya Ehmedê Xanî girtin. Gelek kes hatibûn û dixwestin alavên me yê taybet jî desteser bikin. Weke mirovê hatibin talanê, hatibûn û li talana me dixistin. Gelek niqaş di navbera me de çêbû, hema jahra xwe li wir jî verşiyan û saziya me jiyana me bi jahra xwe mohr kirin.

Ev hemû sazî li gorî pêdiviyên civakî, civakê bi ked û pereyên xwe amade kiribûn.  Bi rastî dema min lîsteya navên saziyên hatiye mohr kirin dît, girî di qirika min de aliqî. Hema tiştên ku wan nizanî bû hebû ji bo me perwerdehî ya ziman an jî dibistan an jî qadên jiyanê ne çar dîwar e, welat e, mal e, park e, çiya ye, dest e, daristan e. Ew ê bi mohra xwe nikaribin jiyanê li me biherimînin. Me jî ji vê dest pêkir, û ji xwe re derfetên nû ava kir, û jiyana xwe saziyên xwe li wan qadan berdewam kir. Jiyan diherike, jiyan têkoşîn e, jiyan berxwedan e.  

Weke ku gorbihuşt Yilmaz Guney jî gotibû;

Bila dost jî, 

dijmin jî bizanibin

em ê bi ser bikevin!

em ê  bi ser bikevin! 

em ê bi ser bikevin!

*Bîrgeh Bellek Almanağı ji aliyê Sosyolog-Civaknas Hêlîn Bozarslan ve hatiye amade kirin. 

Ji weşanxaneya J&J yê û bi piştgiriya Sivil Düşün ve hatiye weşandin. Ev xebat 246 saziyên sivîl yên ku bi keda gel hatibû avakirin û bi destê dewletê bi KHK’ê bi hinceta OHAL heye hatiye mohr kirin tê de cih digire.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.