Birêz Ocalan xwedî roleke dîrokî ye

În 30 Gulan 2025 - 03:25

  • Sekreterê Giştî yê ANPI Fabrizio De Sanctis De Sanctis destnîşan kir ku di encama hewldanên Rêber Apo li Tirkiyeyê careke din şensa aştiyê tê nîqaşkirin û got, "Aştî di navbera du aliyan de tê kirin. Ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd ve Birêz Ocalan xwedî roleke dîrokî ye.”

Sekreterê Giştî yê ANPI Fabrizio De Sanctis diyar kir ku divê Rêber Apo bigihêje azadiya xwe û got, "Biryarên kongreya 12'emîn a PKK'ê weke gaveke mezin a li ser rêya pêvajoya aştiyê şîrove dikim. Bi dîtina min, di rewşa heyî de gava herî pêşketî ya bê avêtin ev e."

Divê Ocalan bê berdan 

Sekreterê Giştî Fabrizio De Sanctis anî ziman ku ev biryar baweriyeke mezin ji bo pêvajoya aştiyê ye û destnîşan kir ku divê dewleta Tirk bi gavên şênber bersivê bide vê yekê. Fabrizio De Sanctis bi dewamî got, "Ya ku divê destpêkê bê kirin, berdana Birêz Ocalan e. Divê destûr bê dayin ku Birêz Ocalan bigihêje hezkiriyên xwe, malbata xwe û hevalên xwe. Divê aktorê sereke yê jinûve sererastkirina têkiliyên li Tirkiyeyê be."

Bila mafê kurdan bê garantîkirin 

Sekreterê Giştî yê ANPI De Sanctis diyar kir ku ji bo serketina pêvajoyê divê hemû mafên gelê Kurd bi rengekî qanûnî û destûra bingehîn bêne garantîkirin û got, "Gelê Kurd jî weke Tirkan divê xwedî mafê heman welatîbûnê bin. Divê welatîbûna wekhev be. Divê xwedî wî mafî bin ku tevlî jiyana siyasî bibin, bi ziman û çanda xwe bê astengî bijîn."

Birêz Ocalan xwedî roleke dîrokî ye

De Sanctis destnîşan kir ku di encama hewldanên Rêber Apo li Tirkiyeyê careke din şensa aştiyê tê nîqaşkirin û got, "Aştî di navbera du aliyan de tê kirin. Ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd ve Birêz Ocalan xwedî roleke dîrokî ye. Ji ber vê rol û mîsyona xwe ji sala 1999'an û vir ve girtî ye. Berdana Birêz Ocalan ne tenê siyasî her wiha wê bibe pêvajoyeke aştiyê ya dîrokî û şênber. Bi girtina muxatab û lîder re aştî nabe. Ev bi wate nîne, adîl jî nîne. Ji ber vê yekê em hemû hêvî dikin ku Birêz Ocalan tavilê bê berdan."

Berpirsiyariya civaka navneteweyî 

Sekreterê Giştî yê ANPI ku bi sed hezaran endamên xwe hene Fabrizio De Sanctis ragihand ku ji bo serketina pêvajoyê divê civaka navneteweyî jî bi berpirsyariyê rabe û got, "Civaka navneteweyî divê daxwaza berdana Birêz Ocalan bike û pêvajoya aştiyê garantî bike. Naskirina welatîbûna rûmetê ya ji Birêz Ocalan re wê girîng bûya. Eger ev yek li Îtalyayê bihata kirin wê hîn bi wate bûya; ji ber ku pêvajoya girtina wî li Îtalyayê destpê kiribû. Lewma gelek tişt hene ku civaka navneteweyî dikare bike; lê belê nabe bêdeng bimîne. Li pêşberî meseleyeke ewçend girîng û ji bo gelê Kurd bûye trajîk, nabe bi xemsarî tevbigere."

ANF/ROMA/SERKAN DEMÎREL 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.