Birêz Ocalan pir bi coş bû
Çarşem 12 Sibat 2025 - 03:25
Ji endamên Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê û Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder têkildarî pêvajoya di bin sî ya qeyûm, binçavkirin, girtin û operasyonên leşkerî de didomin axivî. Sirri Sureya Onder derbarê di demên nîqaşên çareseriyê de, êrişên desthilatdariya AKP’ê tên pêşxistin wiha axivî:’’Belê, li rexekî bangên ji bo biratiyê, li rexa din polîtîkayên qeyûm û operasyon. Ev, ji bo pêşxistina vê pêvajoyê rê li ber gumanên cidî vedikin. Bi taybet jî gelo di asta dewlet û rêveberiyê de îradeyeke diyarbûyî û ya li ser lihevkirin heye yan na. Ev pirs ava dibin. Li gorî min divê em helwesta birêz Ocalan raber dike rast fêm bikin. Em qala çareseriya pirsgirêkeke ku pir biêş, li demê belav bûyî, ji hêla civak û dînamîkên wê ve pir wêranker bûyî dikin. Divê mirov li bendê nebe ku di nava yek du rojan de her kes û her tişt biguhere. Di vê serdemê de ne cihê bendewariyên pir mezin heye ne jî cihê reşbîniyê heye. Me birêz Ocalan pir keyfxweş û bicoş dît. Ji ber ku ji bo pêkhatina îxtîmala aştiyê ya tê hedefkirin dixebitî û li gel wê fikrê ye ku ev pêvajo dê her kesî, me tevan bide jiyîn. Mijara esasî ya hêviyê dide ev e.
Mijara balkêş siyaseta demokratîk e
Mîna we em jî bi kelecaneke mezin li benda banga birêz Ocalan in. Em dikarin pir tiştan bibêjin û pêşdîtinên xwe vebêjin lê ya esasî gotinên wî ne. Li gorî min banga tê kirin wê ne tenê mijarek be lê wê qala gelek mijaran were kirin. Dibe ku mijara siyaseta demokratîk pir balkêş be. Li gel vê, mirov dikare li bendê be ku têkildarî aliyên qanûnî, çandî û civakî yên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî hin gotin bên kirin. Beriya her tiştî girîng e ku qenalên pêwendîdanînê bên vekirin. Civak xitimî ye. Li hemberî me komeke mezin heye ku rû bi rû nayê cem hev, bi hev re naaxive, nîqaş nake, bi hev re di nava şer de ye û sedema vê jî hin kesên din nîşan dide heye. Alerjiya wan li hemberî hev heye û li gorî min birêz Ocalan wê vê alerjiyê ji holê rake.
Divê saziyên demokrasiyê pêş bikevin
Birêz Ocalan, girîng dibîne ku Sûriye ji hêla xak û avadaniya dewletê ve hebûna xwe biparêze û Kurd li ser bingeha demokrasiyê di nava vê yekparetiyê de cih bigirin. Çawa ku di nava dewletê de dewlet nebe, berevajî vê bêguman nayê qebûlkirin ku Kurd di nava neteweperestiya Ereban de jî bihelin. Dîsa jî ya herî baş ew bi xwe wê bîne ziman. Em dikarin bibêjin xwedî nêzikatiyeke ku ji rewşa pevçûnan dûr were sekinînin, bi baldarî nêzî hesasiyetên Tirkiyeyê bibin û helwesteke ku xwe dispêre demokrasiyê û pêşxistina saziyên demokrasiyê.
Divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin
Beriya her tiştî divê feraseta xwedîderketina vê pêvajoyê û îradeya siyasî ku îradeya çareseriyê tîne ziman şênber bibe. Pêwîst e rêveberiya demokratîk, zimanê lihevkirina demokratîk, azadiyên çandî û bi giştî hiqûqa demokratîk were pêşxistin. Bêguman li bendê mayîna ku bila devlet hemû guhertinan pêk bîne wê helwesteke ne rast be. Lê belê, tê hêvîkirin ku dewlet û îktîdar ji bo lêgerîn û nîqaşên van pirsgirêkan bingehîn a demokratîk neyên sînorkirin, lê dijî wê bila wan teşwîq bikin. Heke pêvajo bi serfirazî pêşve biçe, ev rêyek dirêj e ku ji bo vê hewldan hebin. Lê ya herî girîng, di vê rêya nû de em dikarin bi rêbazên siyaseta demokratîk pêş ve biçin.
Amadekariyeke cidî heye
Di vê mijarê de amadekariya cidî heye, asta wê çi ye em nizanin, lê divê li gel bangewaziyê divê derfetên ku bikaribe bi awayekî azad û ewle xebatan bike bên afirandin. Ji bo selameta pêvajoyê muxatabiya wî ya azad û wekhev pir girîng in. Divê şert û mercên lezgîn û tendurist bikevin dewreyê. Ger bi rastî jî dixwazin Ocalan rola xwe bi cih bîne, divê şert û mercên ku ew hevdîtanan pêk bîne, nîqaşan bike, xwe bigihîne agahiyan û ragihandinê bir bîne bên afirandin. Di mînakên cîhanê de jî hatiye dîtin ku dema çareseriyên bi vî rengî heta şert û mercên girtîgehê neguherin, heta xebata azad neyê kirin ne li bendê ne ku bangewazî bên kirin. Lê tiştek wiha jî heye, tecrîd tenê pêkanîneke girtîgehê nîne. Bersivdayîna banga Ocalan jî herî kêm bi qasî tecrîdê girîng e.
MA/ENQERE