Birêz Ocalan bû hedef

Çarşem 19 Hezîran 2024 - 00:11

MELEK AVCI / JINNEWS / ENQERE

Kampanya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ya li seranserê Ewropayê tê meşandin didome. Li her derê cîhanê beşdarî zêde dibe û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê kirin. Aktîvîst Anna Bruna Camposampiero ku di lingê kampanyayê ya Îtalyayê de cih digire, derbarê mijarê de nirxandin kir. Anna da zanîn ku tevlî civînên kampanya ‘ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bûye û got:“Ji bo tecrîda li ser Ocalan bişkê ez di xebatan de bûm. Di vê rewşê de bi Kurdan re hevkarîkirin girîng bû. Nameya ji CPT'ê re hat şandin, min jî weke gelek şexsiyet, rêxistin û sendîkayan îmze da. Bêguman ev çalakî têr nakin. Em ê ji bo  ku rêzdarî li hember mafê  Ocalan bê nîşandan daxwaza xwe her tim bidomînin. Tirkiye hevkarê NATO’yê ye û ev di gelek polîtîkayên Tirkiyeyê de destnedanê bi xwe re tîne. Civaka navnetweyî li dijî sûcên li hember gelê Kurd bêdeng e.”

Qada navneteweyî cotstandart e 

Anayê daxuyakirin ku cotstandardiya li qada navneteweyî pir eşkere ye û got:“Ez behsa cotstandardiyê dikim. Erdogan ji bo zîrveya G7 a Îtalyayê hat vexwendin. Lê piştî hilbijartinên 31’ê Adarê wek her tim bi tundî û bêcezahiştinê tevgeriya. Yekitiya Ewropayê ji Tirkiyeyê re pir pereyan vediqetîne. Welatiyên Îtalyan tenê bi nasnameya xwe tên gera Tirkiyeyê. Li hevserokê giştî yên berê yên HDP’ê cezayên bi xof hatine birrîn. Yek ji pêkanînên din ên kêfî jî betalkirina encamên hilbijartinê ne.” Anna di dewama axaftina xwe de got şert û mercên Rêber Abdullah Ocalan bişibin yên Mandela jî lê di heman astê de deng dernakeve û got:“Ji bo Mandela bê berdan û rejîma apartheîd bidawî be li seranserê cîhanê kampanya hat meşandin. Ji wê kampanyayê heta niha cîhan pir guherî. Abdullah Ocalan bi zanebûn nakin mijara nûçeyan. Abdullah Ocalan kirin hedef. Ji ber dengê wî ji derveyê sînorên Tirkiyeyê jî tê bihîstin. Hikûmeta Tirkiyeyê bi derewên xwe dijî û civaka navneteweyî jî li dijî vê bêdeng e. Raporên dawî û serdana dawî ya CPT'yê nehat eşkerekirin. Divê ev dewlet li dijî hiqûqa xwe rêzdar be.”

Hewceyî bi Ocalan heye 

Annayê di dawiyê de got:“Ez ê piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê û her wiha ji bo rakirina tecrîdê bidomînim. Birêz Ocalan bi hikûmeta wê demê ya Dalema bawer dikir. Îtalyayê mafê starbûnê da Abdullah Ocalan. Li vir jî gelek deng bilind dibûn. Lê dîsa jî têr nake. Hewcedariya hemû herêmê bi berdana Birêz Ocalan û konferansa aştiyê heye. “

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.