Bîrdal: Muxatab Ocalan e

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 02:25

Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal ragihand helwesta dawî ya AKP-MHP’ê ya têkilî pirsa Kurd û tecrîda li ser Ocalan ne li derî geşedanên li herêmê ne, girîng e ku mijar bêne axaftin û got di pirsa Kurd de muxatabê sereke Rêber Abdullah Ocalan e û xwest ku tecrîd demildest were rakirin.

Di rewşeke wiha de ku ji aliyekî ve Rojhilata Navîn bi şerê Israîl-Hîzbûllah û Hamasê û bi rageşiya di navbeyna Israel-Îranê de ber bi şerekî ve herêmî ve diçe û li aliyê dî dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP’ê ji her aliyê rêveberiyê ve ber bi îflasê ve diçe û dewlet nema dikare were rêvebirin û li gel vê ji bo xilasiya desthilatdariya xwe xwe kar dikin ku Destûreke Nû hazir dikin, Serokê partiya nîjatperest û faşîst MHP’ê Devlet Bahçelî bi slavdana nûnerên DEM Partiyê re li ser mijara çareseriya pirsa Kurd û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nîqaşan dest pê kir. 

Bahçelî yê ku gotibû wî ji bo ‘aştiyê’ destê xwe daye nûnerên DEM Partiyê, herî dawî li Meclîsa Tirk axivî û got heke Ocalan banga betalkirina PKK’ê bike, ew dikarin tecrîda li ser Ocalan rakin, bila were li Meclîsa Tirk vê bangê bike û piştre jî ew dikarin Mafê Hêviyê yê Ocalan nasbikin. 

Piştî van gotinên Bahçelî, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî destek da gotinên Bahçelî, Serokê CHP’ê Ozgur Ozel jî destek da û got ew dixwazin pirsa Kurd li ser hîmên demokratîk were çareserkirin.

Nûnerên DEM Partiyê jî ragihandin ku ew hazir in ku bi însîyatîv rabin ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe.  

Girîng e ku li ser were axaftin

Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Birdal gotin û nîqaşên Bahçelî nirxandin û got ku pirsgirêka Kurd bi salan e di rojeva parêzvanên mafên mirovan de ye û girîng e ku her kes li ser vê mijarê biaxive. Bîrdal bal kişand ser vê yekê ku dînamîkên hundir û derve yên pirsgirêkê hene û got: "Helbet faktorên hundir û derve hene, lê sedem çi dibe bila bibe, girîng e ku li ser bê axaftin û gengeşekirin. Tiştekî girîng jî ew e ku meriv ji vir ber bi aştiyê ve biçe." 

Ne li derî geşedanên herêmê ne 

Bîrdal destnîşan kir daxuyaniyên AKP û MHP'ê ne li derî geşedanên li Rojhilata Navîn in û got ku Tirkiye dixwaze qada xwe ya pevçûnê teng bike û dibe ku pêvajoyeke diyalogê ya bi vî rengî ya bi Kurdan re ji bo mifha xwe baş dîtibin.  

Muxatab Ocalan e

Bîrdal bal kişand ser mijara "muxatab"iyê ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de û got: "Muxatabê sereke Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Pêwîst e deriyê tecrîdê bi demokrasî û aştiyê bê vekirin. Ev qas dem e nahêlin bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Demildest divê tecrîd bê rakirin û paşê mirov dikare bi hevparî tevbigere." 

Bîrdal got ku di vê mijarê de daxuyaniya fermî ya Enqereyê, rakirina tecrîdê, berdana girtiyên nexweş û qanûnên nexşerêyê wê gavên destpêkê bin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.