• Bircên Finîkê yên dîrokî yên li gundê Keraşînê yê navçeya Basa, li ber hilweşîn û nemanê ne.

Berhemên dîrokî yên li bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber xemsariya dewletê tên talankirin û li ber nemanê ne. Nexasim gava weke keleh û birca Finîkê beşek ji dîroka mîrîtiyên Kurdan bin, bi qest ew tên tinekirin. Aqûbetê Bircên Finîkê û keleha wê yên li gundê Keraşînê yê navçeya Basa ya ser bi Şirnexê, diyar e wê bibe hilweşîn û neman. Bircên Finîkê bi sedên salan warê mîrên Finîkê bû. Lê niha bêxwedî û bêkes in. Gundiyên Keraşînê ji ber xemsariya rayedaran nerazî ne. Ew dixwazin keleh, birc û şikeftên wê tevî zindana dîrokî bên restorekirin.  

Beriya bibin warê mîran, li heman cihî keleheke bi hesar beriya mîladê bi 1400 salan ji aliyê Gutiyan ve hatibû çêkirin. Hê jî gelek kîtabe û nivîsên li ser dîwaran di bircê de hene. Di bircan de nêrdêwan jî hene ku ji bo bi korîdorên veşartî ji kelehê avê bikişînin, hatine bikaranîn. Di heman demê de di bircan de peykerê jinekê jî heye. Hem lêkolîneke weke adetê li Bircên Finîkê nehatiye kirin û hem jî dewleta Tirk a dagirker wê bi xemsariyê wêran dike.

MA/ŞIRNEX