Yek ji bajarên dinyayê yên herî germ, bajarê Yezd ê li çolistana Îranê ye. Lê hîna beriya bi sed salan, endezyarên bajêr bircên bayî lê çêkirine da ku li bajarê xwe cihên hînik çêkin. Ji van bircan re “Badir” tê gotin. Ew li baxçeyê Dewlet Abad in. Yê herî bilind 33.8 metroyan bilind e. 

Ev bircên bilind ên dişibin minare yan jî rojînan, bi sedan salan berê hatine çêkirin, bayê germ ji jor digirin, wan ber bi binê erdê ve dibin, cihên ku bi rûbarokên piçûk hatine hînik kirin û wî bayê hînikkirî, li baxçe û avahiyan digerînin. 

Xelkê Yazdê gelek rêyên li dijî kela germa havîna çolistana Îranê bi pêş xistine, lê ev birêcên Badir ji wan yek e ku mirov dikare weke şahesereke endezyariya kevin bi nav bike. 

Me behsa rûbarokên binê erdê kir, ew jî esas ji çiyayekî 70 kîlometreyan dûrî bajêr hatine kişandin da ku ava vexwarinê bigihînin bajêr. Ev rûbarokên binê erdê beriya bêhtirî 2 hezar salan hatine çêkirin û ew jî bi serê xwe berhemekî ezîm ê endezyariya kevnar in. 

Wêne: ATTA KENARE / AFP

 

NAVENDA NÛÇEYAN