Birayê min li kû ye?

Duşem 6 Gulan 2024 - 00:54

EMRULLAH ACAR / MA / RIHA

Wezareta Dadê ya Tirk têkilî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan heftiya çûyî gotibû,’’tecrîd nîne.’’ Li ser vê derewa aşkere Mehmet Ocalan, birayê Rêber Ocalan got,’’Wekî tecrîd nîne, em çima nikarin hev bibînin?’’ Ocalan her wiha got ew nizanin birayê wî li kû ye.

Wezareta Dadê ya Tirk bi gotina ‘’tecrîd nîne, Ocalan ji heqê xwe sûd werdigire’’ bersiv dabû serlêdana Komîsyona Lêkolîna Mafan, ku komîsyonê 7’ê Kanûna 2023’an serlêdan li Meclîsê kiribû.

Bi salan e em hev nabînin 

Mehmet Ocalan, birayê Rêber Abdullah Ocalan ku herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Ocalan re axivîbû û hevdîtin di nîvî de qut bûbû, bertek nîşanî bersiva wezaretê da. Ocalan wiha got: "Wezaret nûnertiya dewletê dike. 38 meh in me haya me ji Serok  tune ye. Divê dewlet û Wezareta Dadê rastiyê bêjin. Ger ev ne tecrîd be, çi ye? Madem dibêjin 'Ne tecrîd e' nexwe bila navekî bibînin. Serok, berê di Girtîgeha Îmraliyê de bû, lê niha li kû ye em nizanin. Li wir çi diqewime em nizanin. Bila wezaret bersivekê bide. Mafên hemû girtiyan hene. Em jî dixwazin sûdê ji van mafan bigirin. Ev ne cihêkarî ye, mafekî heyî ye. Bi salan e em tu agahiyê nagirin. Ger ev ne tecrîd be, îja çi ye?"

Ocalan ne ji rêzê ye

Mehmet Ocalan bi domdarî got,"Mafê me ye em bi rastiyê zanibin. Divê wezaret rastiyê bibêje" wiha pê de çû: "Heya ev neyê kirin wê kes ji heq, hiqûq û edaletê bawer neke. Serok, ne kesekî ji rêzê ye. Kurd, wî ji xwe re Rêberê xwe dibînin. Rêveberên Komara Tirkiyeyê qebûll dikin an nakin, ev meseleya wan e, lê Kurdan bi salan e wiha qebûl kiriye."  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.