Binpêkirinên hilbijartinan
Duşem 14 Cotmeh 2024 - 02:15
Li Başûrê Kurdistanê pêvajoya propagandaya hilbijartinê didome. Di vê çarçoveyê de gelek binpêkirinên hatine tomar kirin hene. Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelayî ji medya Iraqê ragihand ku heta niha 26 binpêkirin bi rêya komîteyên jêrî di nivîsgehan de hatine wergirtin, hatine tomarkirin ku beşek ji wan ji aliyê encûmenê ve hatine derxistin û yên din jî di bin lêkolîn û lêpirsînê de ne û got:“Heta niha 39 gilî pêşkêşî Komîsyona Hilbijartinê hatine kirin û gelek binpêkirin hatine tomarkirin. Di derbarê axaftinên medyayî yên partiyan de jî gelek pirsgirêkên me hene ku gelek caran me hişyarî dane. Divê axaftinên wan li gorî rêgezên Komîsyonê be.” Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelayî da zanîn ku kes nikare karta biyometrîk ya kesek din bikar bîne, dengdêr tenê dikare bi karta xwe deng bikarbîne. Hêjayî gotinêye ku ji 25’ê Îlonê ve propagandayên ji bo hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Biryare heta 15’ê vê mehê berdewam bikin. Her wiha wê di 18’ê vê mehê (Cotmeh) de hilbijartina taybet û di 20’ê Cotmehê de dengdana giştî were lidarxistin.
Em ê dawî li ferzkirinan bînin
Li aliyekî din partiyên siyasî propogandaya hilbijartinê li seranserî başûr didomînin. Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî li devera Raperîn di mitînga partiya xwe de gotarek pêşkêş kir û got:“Di ti qonaxan de ez dev ji we bernadim û emê bi hev re dawî li xwe ferzkirinan bînin. Bi heman şêweyê ku niha coşa we dijminên we tirsandiye û dengê we yê bilind tirs xistiye dilê her kesî.”
Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî di mitînga partiya xwe ya li Hewlêrê de berê xwe da PDK’ê û got:“Ez xwe hevparê xem, nerazî û bêhêviyan dibînim. Hewlêr ya me hemûyane, ne ya yek partiyê ye. Ew kesên ku şanaziyê bi wê yekê dikin ku bi piştevaniya çekdarên rejîma Beesê Hewlêr dagir kirine, nikarin Hewlêrê bikin milkê ti partî û malbatekê. Tapoya Hewlêrê ya welate.”
Mamostayê Zanîngeha Helebceyê Aram Hewramî diyar kir ku armanca dewleta Tirk tunekirina destkeftiyên Başûrê Kurdistanêye û wiha got:“Çi partiyeke siyasî û çi kesayetek be, xiyanetê li gel bike û xencer li pişta birayê xwe bixîne, divê ji dîrokê ders bigire. Hemû welatên cîhanê ji demboriya xwe ders derxistine. Ew partiyên ku li her çar parçeyên Kurdistanê îxanetê li neteweya xwe û tevgera rizgarîxwaza Kurd bikin, wê navên wan bi xirabî di dîrokê de bên nivîsandin. Niha hinek partiyên xiyanetkar ku tank û topên Bees’ê anîbûn ser Herêma Kurdistanê, ji vê dîroka reş şerm nekirine. Bi rastî hîna jî ji tiştekê şerm nakin ku di her warî de li dijî xaka Kurdistanê xizmeta dagirkeran bikin. Heta ku rêzeçiyayên Kurdistanê di destê partiyên Kurdistanî de be, wê ezmûna Herêma Kurdistanê were parastin.”
ROJNEWS