Binpêkirina mafên girtiyan dewam dikin

Duşem 5 Gulan 2025 - 02:55

Hevbedevkê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Zekî Bînbîr bi lêv kir ku taloqkirina berdana girtiyan tenê li dijî girtiyên siyasî tê bikaranîn û got:"Divê desthilatdarî tavilê gavê biavêje."

Li Tirkiyeyê yek ji deverên esasî yên ku mafên mirovan ên bingehîn bi salan e lê têne binpêkirin girtîgeh in. Kiryarên kêfî yên li hemberî girtiyan, rejîmên înfazê yên bêhiqûqî weke pirsgirêkeke bingehîn dewam dike. 103 hezar û 179 kes ji ber ku berdana wan bi rengekî kêfî tê astengkirin, li girtîgehan mîna dîlgirtiyan têne hiştin. Li gorî qanûnan ji çar paran sê parên ceza dema ku qediya, divê girtî bêne berdan. Lê belê berdana girtiyan ji aliyê Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ve têne astengkirin ku sala 2020'î bi qanûneke înfazê ev deste hatin avakirin.

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Zekî Bînbîr têkildarî van kiryarên kêfî yên li hemberî girtiyan axivî û got, "Yek ji deverên sereke yên ku mafên mirovan lê têne binpêkirin girtîgeh in. Ji bo binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan ji derve re bê nîşandan, ji bo mijarê bixin rojevê û dawî li binpêkirina mafên mirovan bê anîn weke Şaxê Amedê yê OHD'ê ji berê ve em gelek karî dikin. Bi taybetî mijara taloqkirina berdana girtiyan, li ser girtiyên 30 salan girtî ne tê bikaranîn. Desteyên Çavdêrî û Îdareyê 'poşmaniyê' li ser van girtiyan ferz dike. Bi gelek hincet û bahaneyan berdana girtiyan tê taloqkirin. Em vê yekê weke cezakirina di nava ceza de dibînin."

Divê desthilatdarî gavê biavêje

Zekî Bînbîr diyar kir ku weke OHD ew hewl didin li dijî bêhiqûqiyên il girtîgehan raya giştî biafirînin û got, "Li hemberî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan em têdikoşin. Divê desthilatdarî jî tavilê gavê biavêje."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.