- KCK: PDK li ser bingehê berevajîkirina rastiyan êrişê amade dike.
Komîteya Têkiliyên Derwe ya KCK’ê der barê şerê taybet yê ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser bingehê berevajîkirina rastiyan dimeşîne daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de çend bûyerên çapemeniya PDKê berevajî dike mînak têne dayîn û ji bo vê kuştina berpirsê xala sînorê Serzêrê (ku HPG’ê ew derew derxist) û nûçeya dawî jî ku qaşo komek girêdayî tevgera azadiyê destgîr kirine û tê gotin, "Ti bingehekî van nûçeyan nîne û bi temamî ji rastiyê dûr e. Nûçeya têkildarî vê mijarê bi alîkarî û hemahengiya dezgeha sîxurî ya MÎT’ê hatiye çêkirin û armanca wê ew e ku ji bo rewatiyê bidin êrişên li ser tevgera me. Raya giştî ya gelê Kurdistanê baş dizane ku di dema tengasiyê de û di dema êrişa DAÎŞ’ê ya li ser hebûna gelê Kurd li Başûr, kê Başûr parast û kê senger û gel terikand û revî?”
ANF/BEHDÎNAN