Xelkê gundê Bindayzanê yê ser bi Balekayetiyê, bi dehan dar li kolan û nav hewşên xwe çandine. Mamoste Faxîr Ebdula jî rojane piştî dibistanê, wan daran av dide û dibêje; “Armanca me ya sereke şînkirina herêmê, jîngehek û tenduristiyeke baş e. Divê em welat û gundên xwe biparêzin.”

Mamoste Faxîr Ebdula, li vî gundê 10 kêlometre dûrî Çomanê, her roj piştî ku karên wî xilas dibin û ji dibistanê vedigere, radihêje bêra xwe û daran av dide.

Mamosta Faxîr dibêje, “Tevî ku li gund şînatiyeke baş heye, lê me xwest em li gund gelek dar û şînatiyên din jî biçînin. Ji bo vê jî me gelek şitlên daran anîn û çandin. Niha wek mînak, darên tûyan mezin bûne. Ez rojane bi dilxwazî xizmetê dikim, daran av didim. Ev yek hemû ji bo jîngeha gundê xwe û welatê xwe dikim.”

gundiyan heta niha 120 darên tûyan çandine, dixwazin vê rêjeyê zêdetir bikin. Ev dar pirraniya xwe li cihên geştiyariyê, di nava kolan û hewşan de hatine çandin.

Mamoste Faxîr bang li xelkê herêmê û geştiyaran kir da ku ew jî tevlî vê pêngava wan a darçandinê bibin.

ROJNEWS / BALEKAYETÎ