Pêr êvarî xelkê Silêmanî xwest li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bimeşe, lê Asayîşa Silêmanî destûr neda meşa li dijî dagirkeriyê û gelek kes kirin binçavan. Tevgera Azadî ji asayîşê xwest demek berî demekê binçavkiriyan hemûyan berde.
Li gorî endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Nerîman Ehmed, asayîşê nêzî 25-30 kesên xwestin tevlî meşê bibin, binçavkirine.
Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Nerîman Ehmed got; “Me weke erkek exlaqî xwest li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, çalakiyekê li dar bixin û gelek kes li ser banga kom bûn. Lê mixabin ya balkêş Asayîşa Silêmaniyê derdora Seholeke girtibû û kes li benda vê helwestê nebû.
Nêzî 25-30 endam, welatparêz û welatî ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatine binçavkirin. Me ji bo berdana kesên hatine binçavkirin bi berpirsên asayîşê re axivîn. Ji me re gotin ferman ji serî ji bo me hatiye û gotine, ‘Çi kesê tevlî wê çalakiyê bibin, binçav bikin.”
Nerîman êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got; “Em vê helwesta YNKʼê û saziya ewlekariyê ya YNK’ê jî, bi tundî şermerzar dikin. Divê kesên hatine binçavkirin, demek berî demekê werin berdan.”
Di nava binçavkiriyan de Rêbaz Hesen jî heye û nûçeya xwepêşandanê amade dikir.
SILÊMANÎ