Ji êvara 25’ê Nîsanê ve li Silêmaniyê ji ber meşa li dijî dagirkeriya dewleta Tirk 55 welatpêz, endam û alîgirên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û rojnamevan Rêbaz Hesen hatine binçavkirin.
Di 25’ê Nîsanê de Tevgera Azadî li Silêmaniyê xwest li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, meşekê li dar bixe. Lê Asayîşa Silêmaniyê rê neda xelkê Silêmanî li dijî dagirkeriyê bimeşe. Di heman êvarê de nêzî 30 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) hatine girtin, ji 25’ê Nîsanê ve 55 welatparêz, endam û alîgirên Tevgera Azadî yên xwestine li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûn nîşan bidin hatine binçavkirin. Herwiha di nava binçavkiriyan de Rojnameger Rêbaz Hesen jî heye.
Tevgera Azadî li ser rewşê dabû xuyakirin ku ew weke erkekî exlaqî xwestine li dijî dagirkeriyê çalakiyekê li dar bixin, lê Asayîşa Silêmanî rê nedaye vê û beşdarên çalakiyê kirine binçavan. Tevgera Azadî dixwaze binçavkirî demek berî demekê bêne berdan.
Di vê navberê de Komîteya Parastina Mafê Rojnamevanan (CPJ) ji rayedarên rêveberiya Başûrê Kurdistanê xwest ku nûçegihanê ANF'ê Rêbaz Hesen tavilê berde.
ROJNEWS/SILÊMANÎ