Bilûrvanê Qerejdaxê yan jî xezîneya veşartî

Nûçeyên Çand/Huner

În 11 Cotmeh 2024 - 00:31

  • Ehmedê Bilûrvan ê ji Qerejdaxê ku ew weke “Bilûrvanê Qerejdaxê” jî tê nas kirin, behsa serpêhatiya xwe û bilûrê dike. Bi zanîna xwe ya li ser bilûrê nîşan dide ku ew xezîneyeke veşartî ye û xwedî agahiyên pirr girîng e.

Pel Film li ser rûpela xwe ya Youtubeê hevpeyvîneke bi navê “Bilûrvanê Qerejdaxê” ya girîng parve kiriye. Li Qerejdexê, li gundekî rastî xezîneyêkê veşartî hatine û vê xezîneya veşartî bi rêya kamerayê nîşanî me dane.

Ehmedê Bilûrvan qala çîroka xwe bi bilûrê re dike. Me xwest ku ev hevpeyvîna girîng bi nivîskî bikeve Googleê û me nivîsand. Ka em binêrin Ehmedê Bilûrvan qala çi kiriye: “Em ji eşîra Milan in. Ji Milaniyê ez Kumnaxşîme. Gundê me Qanciqask e û mezraya me jî Demo ye. Ez torinê Mûsa, lawê Elî me. 1966’an de hatime dinyayê. Ev dinya ye. Tev ne dostê meriv e, tev ne dijminê meriv e jî. Ê ku hezdikin jî heye, ê ku heznakin jî heye. Ser serê min û çavê min de cihê her kesî heye. Ez 13-14 salî alîmim bilûrê. Min heta niha jî lêxist. Min jê pir hez dikir. Klamek Xelîl Xemgîn hebû. Digot: ‘Ji bona herkesek yarek, heye ê me welat yar e.’ Ê min jî bilûr yare. Ez ji bilûrê gelekî hezdikim.” 

Cara yekem awaza Cembelî lê dixe

Min nigê emligê derxist û bilûrek çêkir. Min lêdixist. Birayê minê mezin ev dît û ji min re bilûrek anî. Cara yekemîn min Cembelî lêxist. Mehmûd Qizil û Huseynê Farê ev stran gotibûn. Bilûr eşqeke mezin e. Ji hezkirina pîrekekê bêtir e. Em carna cixarê jî dikşînin. Bilûr ji cixarê şîrîntir e. Dema ku ez stranekê guhdarî bikim piştre bi bilûrê lêdixim. Ez dibêjim, “Qey ev kilam bi ziman, lêv û devê xwe min çêkiriye, kar aniye û min gotiye.” Ez hêj ji bilûrê hez dikim. Îro jî dibêjim, “Bilûrvanek wek Egîdo Cimo bibînim û jê fêr bibim.”

Bilûra diranan ji ya lêvan xweştir e

Ez bawer dikim bilûr ji rihê însanan re ye. Rihê bilûrê Kurdî ye. Bilûr nefesa însan e. Av ji devê meriv dikeve û girêz çêdibe. Ger ew girêza min nayê belkî ezê deh saatan jî bilûrê lêdim. Bilûr bi lêva ye. Ez dikarim bi diranan jî bikarbînim û bi lêvan jî. Lê min zêdetir li ser diranan bilûr bikar aniye. Bi lêvan ji min re hinekî giran tê. Lê tama bilûra diranan ji a lêvan xweştir e. Bilûra lêvan ji kur de tê, bilûra diranan hinekî dengê wê bilind tê. Bilûr maqaman nas dike. Lê em her maqamê nizanin. Wek mînak roj bûye îro gelek maqamên bilûrê ez nizanim. Dîsa bilûr newal û geliyan nas dike. Yanê dengê xwe ji erdê me digire. Loma ez dibêjim rihê bilûrê Kurdî ye. Gelên cîran jî bilûrê bikar tînin. Lê rihê wê Kurdî ye.

Melodiyên Pez

Em delalekî lêdexin, em jê re dibêjin “Delalê Miya.” Hinek jî dibêjin, “Delalê Miya Qer”. Bilûr ji pez re jî xweş e. Min pezê xwe alimand bilûrê. Çawa ku dengê te nas dike, bilûra te jî nas dike. Wek mînak ez îro herim nav pezê xerîb û ez pif bilûra xwe bikim ew ê pez ji min bireve. Ji ber çi? Ew pez neelimiye. Dema ku te elimand bilûra xwe wê werin. Bilûr esil a şivana ye. Pez ji xwê hez dike. Maqama xwê jî heye. Min devê bilûrê şil dikir û xwê dirijand û dest bi maqamê dikir. Pez tê û bi zimanê xwe xwêya ser bilûrê jî dixwe.Her wiha, melodiya êrîşa gur a li ser pez cuda ye, melodiya ku dibêje gur kûçik êşandiye cuda ye, melodiya ku dibêje kûçik gur dûrxistiye cuda ye. Ehmedê Bilûrvan gava behsa van melodiyan dike di heman deme bi lêdana her melodiyê cuda mînakan nîşan dide.

Çîroka Bêjingbirê

Govenda Bêjingbirê jî bi bilûrê lêdixin. Şivan bilûrvan bû. Axa jî xwediyê pez bû. Qîza axa ji şivan hez dike. Rojekê li dengê bilûra şivan guhdarî dike. Diçe cem bavê xwe û dibêje: “Bavê min pezê me talan bûye.” Axa gotiye, “Keça min tu çawa dizane?” Gotiye: “Şivanê me bilûrê lêxist û digot‘Bêjingbirê Araba talana mala bavê te bir” Pez ji ava Fêradê derbas kirine. Yekî şerjê kirine û goştê wê biraştine û dixwin. Axa diçe cem şivan û dibêje: “Tu pezê min ji wî alî bîne vir, ezê qîza xwe bidim te.”

Şivan dest bi bilûrê kiriye û bang li nêrî kiriye. Navê wî “Hêr Bilo” daniye. Dema ku nêrî dengê bilûrê dibihîze ketiye peşiya pez û xwe xistiye nav avê. Serê nêrî dikeve darekê û xelas nabe. Lê pez xelas dibe. Pez hat lê axa soza xwe negirt û qîza xwe neda şivanê xwe. Got: “Xwê bi de pezê min, av li cihekî, tu li cihekî. Tu bang li pez bike. Ger pez vegeriya cem te ezê qîza xwe bidim te.”

Şivan xwê da pez û nêzîkî kaniyê kir. Ava kaniyê jî diherike. Pez reviya avê lê dema ku şivan dest bi bilûrê kir pez dev ji avê berda û vegeriyan cem bilûra wî. Tenê pezek veqetiya û çû av vexwar. Axa got: “Ez qebûl nakim. Pezekî min av vexweriye.” Şivan bersiv da: “Tu wî pezî bîne û serjêke. Aqilê wê nemaye. Biçûk û hişk bûye. Hişê wê tineye û çûye av vexwariye. Ê ku hatine hişê wan temam e.”

Rast jî pez serjêdikin û dibînin ku mejiyê serê wê hişk bûye.

Ji Ehmedê Bilûrvan hinek têbinî

* Hespan fêrî cîrîd û bazdanê dikirin. Bilûra cîrîdê jî heye.

* Ez ji Birahîmê Kor û Emînê Dodikî alimîm. Rehma Xwedê li wan be.

* Me bi bilûrê govendên wek Serpî, Hildanî, Dizo û Kerîboz (Delîlo) digerand.

* Hinek dibên “Dengê zirneyê xweş e.” Hinek dibêjin “Ney xweş e.” Ev hez kirine. Seydayê Dilbirîn dibêje: “Bilbilê dilşad, Dengê te ji xweştir / Ji dengê ney û bilûrê.” Yanê her kesek çi hez bike ew deng xweş tê. Ji bo min jî bilûr xweş e.

* Li gorî dîtina min bilûr kevnare saza Kurda ye.

Kovara Huner vê nivîsê li ser malpera xwe bi têbiniyeke wiha parve kiriye; Li seranserê welatê me, di nav gundan de xezîneyên veşartî hene. Nirxên me yên ku nenivîsandî û nehatine tomarkirin…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.