Bilûrvanê Qerejdaxê

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Tîrmeh 2024 - 00:36

PEL FILM li ser rûpela xwe ya Youtubê hevpeyvînêk girîng parve kiriye. Li gundekî Qerejdaxê rastî xezîneyêk veşartî hatine. Bi kamerayê kişandine û bi navê “Bilûrvanê Qerejdexê” vîdeoyek amade kirine. Ehmedê Bilûrvan qala çîroka xwe û bilûrê dike:

“Em ji eşîra Milan in. Ji Milaniyê ez Kumnaxşî me. Gundê me Qanciqask e û mezraya me jî Demo ye. Ez neviyê Mûsa, lawê Elî me. 1966’an de hatime dinê. Ez 13-14 salî fêrî bilûr bûm. Min heta niha jî lêxist. Min jê pir hezdikir. Klamek Xelîl Xemgîn hebû. Digot: “Ji bona herkesek yarek, yê me welat yare.” Ê min jî bilûr yar e. Ez ji bilûrê gelekî hez dikim. Min lingê emligê derxist û bilûrek çêkir. Birayê minê mezin ev dît û ji min re bilûrek anî. Cara yekemîn min Cembelî lêxist. Mehmûd Qizil û Huseynê Farê ev stran gotibûn. Bilûr eşqeke mezin e. Dema ku ez stranekê guhdarî bikim piştre bi bilûrê lêdixim. Ez dibêjim, “Qey ev kilam bi ziman, lêv û devê xwe min çêkiriye, kar aniye û min gotiye.” Ez hêj ji bilûrê hez dikim. Îro jî dibêjim, “Bilûrvanek wek Egîdê Cimo bibînim û jê fehr bibim.”

Rihê bilûrê Kurdî ye

Ez bawer dikim bilûr ji rihê însanan re ye. Rihê bilûrê Kurdî ye. Bilûr nefesa însan e. Bilûr maqaman nas dike. Lê em her maqamê nizanin. Wek mînak roj bûye îro gelek maqamên bilûrê ez nizanim. Dîsa bilûr newal û geliyan nas dike. Yanê dengê xwe ji erdê me digire. Loma ez dibêjim rihê bilûrê Kurdî ye. Gelên cîran jî bilûrê bikar tînin. Lê rihê wê Kurdî ye.

Melodiyên Pez

Em delalekî lêdexin, em jê re dibêjin “Delalê Miya.” Hinek jî dibêjin, “Delalê Miya Qer”. Bilûr ji pez re jî xweş e. Min pezê xwe alimand bilûrê. Çawa ku dengê te nas dike, bilûra te jî nas dike. Wek mînak ez îro herim nav pezê xerîb û ez bilûra xwe pifekim ew pez ê ji min bireve. Ji ber çi? Ew pez hîn nebûye. Bilûr bi esasî ya şivanan e. 

Çîroka Bêjingbirê

Govenda Bêjingbirê jî bi bilûrê ledixin. Şivan bilûrvan bû. Axa jî xwediyê pez bû. Qîza axa ji şivan hez dike û her tim bilûra wî guhdarî dike.

Rojekê dengê bilûra şivan cuda tê. Diçe cem bavê xwe û dibêje:

– “Bavê min pezê me talan bûye.” Axa gotiye:

– “Keça min tu çawa dizane?” Gotiye:

– “Şivanê me bilûrê lêxist û digot ‘Bêjingbirê Ereba talana mala bavê te bir” Dizan pez ji çemê Feradê derbas kirine. Yekî şerjê kirine û goştê wê biraştine û dixwin. Axa diçe cem şivan û dibêje:“Tu pezê min ji wî alî bîne vir, ez ê qîza xwe bidim te.”

Şivan dest bi bilûrê kiriye û bang li nêrî kiriye. Navê wî “Hêr Bilo” daniye. Dema ku nêrî dengê bilûrê dibihîze ketiye peşiya pez û xwe xistiye nav avê. Serê nêrî dikeve darekê û xelas nabe. Lê pez xelas dibe. Pez hat lê axa soza xwe negirt û qîza xwe neda şivanê xwe. Got:“Xwêyê bide pezê min. Av li cîhekî, tu li cîhekî. Tu bang li pez bike. Ger pez vegeriya cem te ez ê qîza xwe bidim te.” Şivan xwê da pez û nêzîkî kaniyê kir. Ava kaniyê jî diherike. Pez reviya avê lê dema ku şivan dest bi bilûrê kir pez dev ji avê berda û vegeriya cem bilûra wî. Tenê pezek veqetiya û çû av vexwar. Axa got:“Ez qebûl nakim. Pezekî min av vexwariye.”Şivan bersiv da:“Tu wî pezî bîne û serjêke. Aqlê wê nemaye. Biçûk û hişk bûye. Hişê wê tune ye û çûye av vexwariye. Ê ku hatine hişê wan temam e.”

Rastî jî pez serjêdikin û dibînin ku mejiyê serê wê hişk bûye.

Ji Ehmedê Bilûrvan hinek têbînî:

* Hespan fêrî cîrîd û bazdanê dikirin. Bilûra cîrîdê jî heye.

* Ez ji Birahîmê Kor û Emînê Dodikî hîn bûm. Rehma Xwedê li wan be.

* Me bi bilûrê govendên wek Serpî, Hildanî, Dizo û Kerîboz (Delîlo) digerand.

* Hinek dibêjin “Dengê zirneyê xweş e.” Hinek dibêjin “Ney xweş e.” Ev hezkirine. Seydayê Dilbirîn dibêje: “Bilbilê dilşad, Dengê te ji xweştir / Ji dengê ney û bilûrê.” Yanê her kesek çi hez bike ew deng xweş tê. Ji bo min jî bilûr xweş e.

* Li gorî dîtina min bilûr kevnare saza Kurdan e.

HUNER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.