- Tîmên Bersivdanê yên YPS/YPS-JIN got, di nava Tîrmehê de 10 endamên Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH) û Tevgera Taybet a Polîsan (POH) hatin kuştin û 51 birîndar bûn û rewşa 18 ji wan ya giran e.
Tîmên Bersivdanê yên YPS/YPS-JIN bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên xwe yên meha Tîrmehê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, di nava meha Tîrmehê de 10 endamên Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH) û Tevgera Taybet a Polîsan (POH) hatin kuştin û 51 birîndar bûn ku rewşa 18 ji wan giran e.
Di daxuyaniyê de têkildarî qad û amûrên hêzên dagirker ên li Tirkiye û Kurdistanê hatine îmhakirin jî ev agahî hatin dayin:
"Jemirek ku sînyalan têk dibe, wesayiteke îstîxbaratê, jeneratorek, 4 febrîqe, 5 wesayit, hangareke leşkerî, qadeke tûrîstîk, 3 avahiyên havînî, 3 wesayitên zirxî yên tîpa akrep, 2 navendên belavkirina elektrîkê û otobusek."
Di daxuyaniyê de kesên ku hevkarî û sîxuriyê ji dewleta Tirk re dikin hate hişyarkirin û hate gotin, "Heta ku ajan-noker û xayin li Kurdistanê biqedin em ê ranewestin."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berxwedana xwerêveberiyê ya dîrokî bi lehengiyên bi heybet tijî ne ku roja me ronî dikin. Di şexsê şehîd Çiyager, Çeko û Rûkenan, rêbaza fedayîtî û afirîneriyê afirî û xeta şerê bajaran hate destnîşankirin.
Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya xweparastinê hate kirin û bang li her kesî hate kirin ku bi rê û rêbazên xweparastinê derbê li mêtingeriyê, nokeran bixin û pêngava tolhildanê mezin bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN