• HPG´ê bi daxuyaniyekê doh da zanîn ku gerîlayan di du pêngavên şoreşgerî de di nava mehekê de herî kêm 85 dagirker kuştine û 200 kîlo teqemenî jî ji ser dijmin rakirine.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di çarçoveya pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de di mehekê 85 dagirker hatine cezakirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya meha dawî ya Pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê weşand. Li gorî bîlançoyê 85 dagirker hatin cezakirin, 19 dagirker jî birîndar bûn. 7 gerîlayên tevlî pêngavê bûn şehîd bûn.

Di van herdu pêngavan de hêzên gerîla 60 çalakî li dijî dagirkeran kirin, derb li 2 wesayitên leşkerî û 6 helîkopterên êrişê jî xistin.

65 caran gazên bi jehr

HPG'ê her wiha diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 65 caran li dijî hêzên gerîla gazên bi jehr bi kar aniye.
HPG'ê ji bo meha dawiyê ya êrişên dagirkeriyê yên 23´yê Nîsanê destpêkirî got, "Gerîlayên me yên azadiyê 122 (îro 123) rojan bi rengekî bênavber li ber xwe didin, rûpeleke nû li dîroka berxwedanê ya gelan zêde kir. Rê û rêbazên şer ên dewlemend ên serdema nû xistin dewrê û careke din nîşan dan ku têkoşîna me ya bi rûmet wê bi ser bikeve.
Gerîlayên me ku rastiya 'Kurd û Kurdistana azad' a Rêber Apo dixin meriyetê, weke fedayiyên gel li dijî êrişên tinekirinê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Hêzên me, berxwedana dîrokî ya li Mamreşo dest pê kir li Mervanos, Cîloyê Piçûk û Zendûrayê bi taktîkên nû dewlemend kirin, Girê Sor û Werxelê kirin qadên berxwedana mezin a têkoşîna me û gihandin asta herî bilind. Dewleta Tirk a dagirker nikare berxwedanê bişikîne, berê xwe dide rê û rêbazên derveyî mirovahiyê û sûcên dema şer dike. Dagirkeran gelek caran gazên bi jehr û kîmyewî li dijî qadên berxwedanê bi kar anîn. Bi saya tedbîrên gerîlayên me yên profesyonel, dijmin nekarî bigihêje armanca xwe. Berxwedana bênavber û çalakiyên bi bandor ên gerîlayên me ku îro li Avaşîn, Zap, Metîna, Heftanîn û Xakurkê dimeşîne, artêşa Tirk a dagirker xistiye nava têkçûneke mezin."
HPG´ê kite bi kite encamên berxwedana mehekê wiha eşkere kirin:

Çalakiyên gerîla

Çalakiyên ku ji aliyê hêzên me ve hatine lidarxistin;
- 10 çalakiyên gerîla yên koordîneyî
* 13 çalakiyên lêdana derbê
* 7 çalakiyên sekvaniyê
* 13 çalakiyên sabotajê
* 15 çalakiyên bi çekên giran
* Çalakiyeke biserdegirtinê
* Çalakiyeke êrişê
Bi giştî 60 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin.

Encamên çalakiyan

Di encama çalakiyên hêzên me de;
- 85 dagirker hatin cezakirin.
* 19 dagirker birîndar bûn.
Hevrêyên me yên şehîd bûn;
- 7 hevrêyên me şehîd bûn.

Êrişên dewleta Tirk

Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla derbên giran dixwe û nikare encamê werbigire, ji bejahî û hewayî ve her roj bombeyan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarîne.
- 65 caran gazên bi jehr û kîmyewî bi kar anîn.

Wesaîtên derbkirî

Wesayitên dijmin ên ku hêzên me derb li wan xistin;
- 2 wesayitên leşkerî
* 6 helîkopterên êrişê
Malzemeyên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatine îmhakirin;
- 2 wesayitên leşkerî yên zirxî yên tîpa Kîrpî
* Çekeke bombeavêj û çepera wê
* Çekek A4 û çepera wê
* 2 drone
* 7 kamerayên mobesse

Gerîlayan ji ser dijmin rakirin

Malzemeyên leşkerî yên ku hêzên me ji ser dijmin rakirin;
- Çekeke BKC
* Droneyek
* 200 kîlo teqemenî.