Bîlançoya şer a 8 mehan

În 16 Kanûn 2022 - 00:36

HPG'ê bîlançoya şer a 8 mehan eşkere kir û da zanîn ku gerîlayên Kurdistanê 2 hezar û 852 çalakî kirine, 2 hezar û 744 dagirker kuştine, 11 helîkopter xistine xwarê, derb li 80 helîkopteran xistine. Dewleta Tirk a dagirker jî 3 hezar û 152 caran bi çekên kîmyewî êriş kiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de bîlançoya şerê 8 mehan ê navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Kanûnê eşkere kir.

HPG´ê got, "Artêşa Tirk a dagirker li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê li hemberî berxwedana me ya gerîla xitimiye. Sûcdarê şer, artêşa Tirk di nava 8 mehên şer de 3 hezar û 152 caran bi bombeyên di asta navneteweyî de qedexekirî (bombeya fosforê, bombeya termobarîk, bombeya taktîk nukleer) û çekên kîmyewî êrişî çeper û tunelên şer ên hêzên me kir, bi vî rengî sûcê şer ê hovîtiyeke mezin pêk anî. Xeta hevkarî, xiyanet û nokeriyê ya li Kurdistanê jî bi rengekî eşkere piştgirî da dewleta Tirk a dagirker, ji bo dagirkirina Kurdistanê rê li ber vekir, hewl da li gelek qadan gerîla dorpêç bike, ji pişt ve xençerê li berxwedana gerîla ya ji bo parastina Kurdistanê bixe û li gel bangên gelê me jî ev xeta xwe ya nexêr dewam kir.” 

 

Derbên gerîla pişta wan xûz kirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi bicihanîna Şerê Gel ê Şoreşgerî derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin û nîşan dan ku dikarin her cûre êrişan têk bibin. Di nava meha dawî de 299 û di nava 8 mehên dawî yê şer de jî bi giştî 2 hezar û 852 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin. Bi van çalakiyan, li qada şer bêhn li artêşa Tirk a faşîst hate çikandin. 2 hezar û 744 dagirker hatin cezakirin ku 12 ji wan kontra, 20 ji wan leşkerên payebilind bûn û 385 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a faşîst ji aliyê moral û motîvasyonê ve bi bin ket û ji bo karibe xwe ji nava vê rewşa xitimandî rizgar bike, wezîrê şer Hûlûsî Akar ku vî şerê qirêj dimeşîne, gelek caran hat ser sînor, hewl da têkçûna xwe veşêre, lê nekarî. Tevî ku cenazeyên leşkeran ên di bin kontrola gerîla de ne nasname û dîmenên wan ji aliyê hêzên me ve hatin parvekirin jî artêş û dewleta Tirk a mêtinger xwe kerr û kor dikin û ji bo şerê xwe yê qirêj bi ser bixîne, xwedî li leşkerên xwe yên li qada şer jî dernakeve.

Ji Bakur heta Başûrê Kurdistanê hêzên me li her bihosta xaka Kurdistanê bi rengekî bênavber berxwedanê dewam dikin, derbên giran li artêşa Tirk a faşîst dixin. Çalakiyên ku hêzên me li dar dixin û rastiya şer, ji aliyê Gerîla TV ve tê qeydkirin, bi raya giştî re tê parvekirin û rastiyên ku artêşa Tirk a mêhtinger hewl dide bi rêya medya şerê taybet veşêre, berbiçav tê nîşandan.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li hemberî êrişên îmha û qirkirinê yên li ser gelê me bi rengekî fedaî şer dikin, kevneşopiya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir kirin bingehê berxwedanê û di nava van 8 mehan de têkoşîneke bêhempa meşandin. Di nava vê têkoşînê de 199 hevrêyên me heta nefesa dawî şer kirin û şehîd bûn. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser bingehê îdeolojiya Apoyî bûn şopdarên xeta şehîdan, rêbaza jiyan û têkoşînê ya Apoyî bêdudilî bi cih anîn, careke din nîşan dan ku xwedî hêz û biryardariya serketinê ne.”

 

Bîlançoya şerê 8 mehan

HPG´ê bîlançoya şerê 8 mehan kite bi kite jî eşkere kir. Ji van daneyan ên sereke li jêr in: 

* 2852 çalakî hatin lidarxistin.

* 2744 dagirker hatin cezakirin; 12 ji wan kontra, 20 jî leşkerên payebilind in.
* 385 dagirker birîndar bûn.

* 3897 êrişên bi balafirên şer.
* 5433 êrişên bi helîkopterên êrişê.
* 3152 caran li dijî gerîlayên Kurdistanê bombeyên qedexe û yên kîmyewî hatin bikaranîn. 

 

Sîlehên desteser kirî

* 14 çekên MPT-55
* 4 dûrbînên çeka MPT-55 
* 4 çekên AK-47
* 3 çekên G-3
* 4 çekên bombeavêj
* 2 çekên M-16
* 2 çekên HK-416 
* Çekeke BKC
* Çekek roketavêj a B-7
* Çekek 1 MPT-66
* 4 Dermance
* 7 Dûrbînên Şev/Roj
* 4 Dûrbînên Termal
* 4 Lazer
* 2 amûrên destnîşankirinê ya lazer
* Kamerayeke Termal
* Dûrbîneke bi lazer
* Tivingeke taybet a sekvaniyê

 

Wesayîtêm îmhakirî

* 8 helîkopterên Skorsky
* 3 helîkopterên êrîşê
* 2 Tank
* 17 wesayitên zirxî-leşkerî
* 4 wesayitên kepçe
* 72 Sîstemên Kamera yên Mobesse
* 53 Drone
* 8 Radar
* 5 Kamerayên Termal
* 3 Cîhazên tevlîhevkirina sînyalê (Jammer)
* Sîstemek Veguhastina Gaza Kîmyewî

* Cebilxaneyek

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.