Bîlançoya Fransayê giran e

Sêşem 4 Tîrmeh 2023 - 14:51

Li Fransayê bûyerên ku piştî kuştina zarokekî 17 salî ya bi destê polêsan destpê kir, di roja 9’an de dewam dikin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir, di şeva 8'emîn de li gelemperiya welêt 72 kes hatin binçavkirin. Li gorî şevek berê ku 157 kes hatibûn binçavkirin, şeva derbasbûyî kêmtir bû.

Hate ragihandin ku pêr bi şev 159 wesayit hatin şewitandin, 24 avahî hatin şewitandin an jî xisar li wan hate kirin.

Li gorî bîlançoya giştî ya Wezareta Karên Hundir;

12 hezar konteynirên sergo hatin şewitandin,

Nêzî 6 hezar wesayit hatin şewitandin,

Zêdeyî 1100 avahî xisar dîtin an jî hatin hilweşandin.

Li gorî daneyên Wezareta Edaletê, 3.915 kes hatin binçavkirin, ji van 1244 kes zarok bûn. Her wiha 374 kes jî derxistine pêşberî dadgeriyê.

Her wiha hate ragihandin ku zêdeyî 200 kargeh bi temamî hatin talankirin, 300 şaxên bankayan hatin şewitandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.