Bila tavilê gavê bavêjin!

Sêşem 8 Tîrmeh 2025 - 03:25

Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Kesên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda Kiriye (MEBYA-DER) kongreya xwe pêk anî. Jinên tevli kongreyê bûn der barê pêvajoyê de axivîn. Dayika girtî Gulîstan Al, Emîne Al da zanîn ku tevî biryara feshkirina PKK’ê êrîş didomin û diyar kir ku divê ji bo aştiyê gav bê avêtin û got:“Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve. Kurê min li Cizîrê şehîd bû. Keça min li wir birîndar bû. Tevî vê ez aştiyê dixwazim. Em jî wek zarokên xwe aştiyê dixwazin. Tevî agirbestê Gerîla hîna tên bombebarankirin.”

Azîze Yilmaz jî ku zarokê xwe di têkoşîna azadiyê de winda kiriye got:“Bila ev şer raweste.Bila dayikên leşker û gerîlayan dest bidin hev. Bila vî şerî dawî bikin. Em dixwazin ev şer bidawî be. Bila zarokên me winda nebin.”

Hanîse Akinboga balkişand ser girîngiya aştiyê û got:“Em aştiyê dixwazin. Êdî bes e. Bila dayik negirîn.Bila gav bê avêtin. Me gav avêt bila ew jî bavêjin.”

Aysel Orucu balkişand ser banga ‘aştî û civaka demokratîk’ û got:“Bila gav bên avêtin. Em dayik aştiyê dixwazin. Daxwaza me ev e ku em dayikên leşker û polîsan dest bidinhev û bi hev re aştiyê bînin. Bila êdî êş neyê kişandin.” 

Nazli Çokdalan jî destnîşan kir ku divê dewlet gavê bavêje û daxuyakirin ku wek gel berpirsyariya wan heye. Nazli Çokdalan daxuyakirin ku wan heta niha bedelên mezin dane û  got ew êdî aştiyê dixwazin.

JINNEWS/GULISTAN GULMUŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.