‘Bila şidet bi dawî bibe’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Nîsan 2022 - 22:03

  • Jinên ku xebatkarên sînemayê ne di daxuyaniya xwe de gotin, ew kesên di sînemaya Îranê de xwedî peywir û erk in, yan jî kesên ku bi nav û deng in, şidetê li jinan dikin. 

Jinên sînemager ên Îranî, li dijî şideta ku li warê xwe pê re rûbirû dimînin, daxuyaniyek da. Aktrîst, derhêner û xebatkarên setên filman bal birin ser tacîzên di setan de û xwestin ku ev şidet bi dawî bibe. 

Jinên ku xebatkarên sînemayê ne di daxuyaniya xwe de gotin, ew kesên di sînemaya Îranê de xwedî peywir û erk in, yan jî kesên ku bi nav û deng in, şidetê li jinan dikin. 

Di daxuyaniyê de tê xwestin ku zextên li ser jinên xebatkarên sînemayê bi dawî bibin û kesên ku van sûcan dikin, divê demildest werin cezakirin. Gelek derhêner û lîstikvanan piştgirî da daxuyaniya jinên kedkar ên sînemayê.

Hin hunermendên ku daxuyanî îmze kirine, ev in; Nîkî Kerîmî, Hedyeh Tehranî, Seher Doletşahî, Poran Deraqşandeh, Tahmîneh Mîlanî, Vişka Asayeş, Mehraneh Mahîntorabî, Mîtra Hajar, Taraneh Alîdostî, Katayûn Rîahî, Şaqayeq Dehqan, Hanyeh Tavassolî.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.