Bila şandeyên serbixwe bêne girtîgehan

Duşem 26 Tebax 2024 - 00:56

Bakir Ozturk ku ji 2012’an ve girtî ye û niha li Girtîgeha Tekîrdagê ye, 24’ê Tebaxê dema ku bi telefonê bi malbata xwe re axivî bal bire ser tehde û êşkenceya sîstematîk a li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê ya li ser girtiyên siyasî yên Kurd û xwest ku şandeyên serbixwe bêne girtîgehan û lêkolînan bikin. Hê axaftina Ozturk neqediyayî telefona Ozturk hate birîn.

Girtîgeh bûne ‘bîrên mirinê’

Ozturk anî ziman ku zextên derûnî û tecrîda li girtîgehê  bûye xwedî xisletekî sîstematîk û got,“Desthilata AKP’ê ev welat kiriye dojeh. Niha girtîgeh bûne bîrên mirinê. Tecrîdeke sîstematîk û şerê psîkolojîk tê meşandin. Niha Ahmet Surme, Neşet Guven, Alî Gul, Erdal Ozdogan, Tahîr Aktan, Mehmet Alî Beldek û Halîl Goktûrk di bin tecrîdê de ne. Bi rastî hevalên me di nava tecrîdê de dijîn. Nahêlin ku ew bi kesî re hevdîtinê bikin."

Banga li çapemeniyê: Hesas bin

Ozturk di axaftina xwe de her wiha got rêveberiya girtîgehê rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê  nadin wan, dest li ser radyoyên wan danîne û got,’’Çapemeniya muxalıf guh nade girtiyên siyasî. Mijareke din jî ew e ku medyayên ku ji xwe re dibêjin muxalif, pirsgirêkên ku di raya giştî de hene hema bêje paşguh dikin. Her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin. Bi hezaran hevalên me hene ku niha bi mirinê re rû bi rû ne. Em daxwaz ji çapemeniyê dikin ku di vê mijarê de hesasiyetê nîşan bidin."

 Bila şandeyeke serbixwe ava bikin 

Ozturk di peyama xwe de bang li nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kir û daxwaz kir ku bi lezgîn şandeyeke serbixwe bê avakirin û serdana girtîgehan, bi taybetî jî girtîgeha ku lê ye bike. Ozturk got, "Di vê çarçoveyê de pêwîst e bi hemû girtiyên me re bêyî ku li nasnameya wan a siyasî û nijadî bê nêrîn, demildest hevdîtin bê kirin." 

Malbatê anî ziman ku ew ji ber bûyerên qewimî bi fikar in û xwestin binpêkirin bi dawî bibin.

 Ozturk kî ye?

Girtî Bakir Ozturk ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2'yan a Tekîrdagê dihat girtin, bi îdiaya di sala 2012'an de êrişî Qereqola Pinarbaşî ya Kayseriyê kiriye hat binçavkirin û girtin. Ozturk di doza ku lê dihat darizandin de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê", "xerakirina yekîtî û yekpareyya dewletê" û "hewldana kuştina peywirdarê cemaweriyê" cezayê muebbetê yê giran lê hat birîn.

MA/TEKÎRDAG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.