• Şandeya KNK´ê ji bo yekîtiya neteweyî bi rewşenbîrên herêma Raperînê re rûnişt.

Şandeya KNK’ê ya di çarçoveya hevdîtinên pêşîgirtina li provakasyon û şerekî muhtemel ê Kurd dijî Kurd de li Başûrê Kurdistanê ye. Di vê çarçoveyê de şande bi rewşenbîr û rûsipiyên Herêma Raperînê re civiya.

Di civînê de Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs li ser armanca serdanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê axivî. Ehmed Qeremûs got, ew dixwazin ji bo rê girtina li şer, serdana hemû aliyên Başûrê Kurdistanê bikin.

Wî got, “Dewleta Tirk a faşîst, bi alîkariya çeteyên DAIŞ û El Nûsra, li dijî gelê Kurd şer dike. Niha jî dixwaze di nava hêzên Kurdan de şer çêbe, ev şer tenê bi kêra dagirkeran bê.”

Endama şandeyê Asya Abudula jî got, “Çawa Ranya Herêma Raperînê li dijî rejîma Baesê serî hilda, divê îro jî destketiyên Raperîna Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê biparêze. Divê hewldanên dewleta Tirk ên ji bo êrişkirina ser Rojava û Başûrê Kurdistanê pûç bike."

Rewşenbîr û rûsipiyên Herêma Raperînê jî bal birin ser girîngiya yekîtiya neteweyî û wan got, tenê yekîtiya neteweyî dikare pîlanên dijminên gelê Kurd têk bibe û statûya Kurdistanê bi hêz bike.

ANF/RAPERÎN