Bila PKK’yî bên siyasetê bikin

Şemî 5 Tîrmeh 2025 - 03:25

Parlamenterê Partiya Gelecekê yê Bûrsayê Kanî Torûn, geşedanên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi danîna çekê ve çareser nabe û divê mercên hiqûqî jî bên avakirin û got:“Kesên ku çek danîn, divê karibin werin welat. Kesên ku çek danînê, divê ji bo ban sererastkirinên hiqûqî ji bo wan bê kirin.” Torûn, destnîşan kir ku tevî bangê û biryarê desthilatê hêj gavek neavêtiye û diyar kir ku desthilat bi dêrûniya “Em çekdanînê bibînin wê wextê em ê bawer bikin” nêzî meseleyê dibe. 

Torûn, diyar kir ku nîşaneyên gavavêtina desthilatê hene û got: “Ger hefteya bê çek bê danîn, divê tavilê sererastkirinên hiqûqî û qanûnî bên kirin. Kesên ku çek danîbin divê karibîn bi awayeke qanûnî bê asteng bikaribin vegerin welat.” Torûn, diyar kir ku aliyê desthilatê û Kurd têkildarî çareseriyê dikarin li hev bikin û ji vê yekê bi hevî ye û got:“Ez geşbîn im. Lewre dema çek bê danîn wê her du alî ji bi ser bikevin; dewlet jî û PKK jî. Ew ê civak jî aram bibe.”

Divê tavilê komîsyon bê avakirin

Torûn, destnîşan kir ku divê tavilê komîsyon li Meclisê bê avakirin û got:“Ji bo hemû kesên ku çek danîne karibin bên welat divê sererastkirin çêbin. Erka komîsyona ku wê li Meclisê bê avakirin ev e. Ew ê komîsyona bingeh û mercên vê yekê ava bike. Wê demê partiya desthilatê di rewşeke neyînî dê karibe bibêje ‘ez ne bi tenê me’. Ji bo vê yekê divê tavilê komîsyon bê avakirin. Divê Tirkiye bêtir demokratîk be. Astengiya yekemîn a li pêşiya pêvajoyê şerê desthilatê yê bi CHP’ê re ye. Ev dikare pêvajoya çareseriyê jehrî bike. Divê AKP pêvajoyê neke qurbana vî şerê xwe. Wextekî dihat gotin ji dêleva ku hûn li çiya têkoşîna çekdarî dikin werin deştê siyasetê bikin. Divê ji bo van kesan sererastkirinên hiqûqî bên kirin û rêya wan a siyasetê bê vekirin. Ger dema bixwazin siyasetê bikin bila kerem kin werin kîjan partiye dixwazin bila di nav de siyasetê bikin. Bi ya min ji şûna li çiya bimînin bila werin li Meclisê siyasetê bikin. Piştî vê qonaxê kî pêvajoyê xira bike dê têk biçe. Kî dibe bila bibe. Ez dibêjim dê pêvajoyê bi ser bikeve.”

Partiyên nijadperestiyê gurr dikin hene 

Torûn, der heqê “Mafê Hêviyê” ya ji bo Rêber APO de ev tişt got:“Divê karên wiha gav bi gav bin, carna ecele berjewendiyan xera dikin. Hinek partiyên ku nijadperestiya Tirk gur dikin hene. Deshilat, ji qelsbûn û têkçûnê ditirse. Ji ber vê yekê hêdî gav diavêje. Piştî hinek gavên hiqûqî ji bo kesên çek danîne û kesên di girtîgehan de wê demê dê ‘mafê hêviyê’ bê rojevê.”  Torûn, bal kişand ser geşadanên Rojhilata Navîn û diyar kir ku ev geşedan dibe ku neyînî bandorê li pêvajoyê bike. Herwiha Torûn, destnîşan kir ku ev îxtimal li gorî helwest û bibiryarbûna her dua liyan ve wê şêwe bige û got:“Tevliheviyên li Rojhilata Navîn, dibe ku hinek zirarê bide pêvajoyê. Lêbelê ji bo serketina vê pêvajoyê îradeyek saxlem hebe; hem dewlet û hem rêxistin sozên xwe bi cih bînin wê nikaribin li pêvajoyê bandor bikin. Li gorî nêrîna min hêzên kurewî çareseriyê dixwazin. Emerîka naxwaze li herêmê pirsgirêk rû bidin. Bi ya min wê Emerîka berê xwe bide Asyaya Dûr. Aştiyeke li herêmê wê di berjewendiya Amerîka de ye be."  

MA/MEHMET ASLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.