• Yekitiya Mutehîdan a Herêma Cizîrê bang li PDK´ê kir da ku bersivê bide daxwazên çalakvanên li deriyê Sêmalkayê. 

Yekitiya Mutehîdan a Herêma Cizîrê bang li PDK´ê kir da ku bersivê bide daxwazên çalakvanên li deriyê Sêmalkayê. Wê xwest PDK dev ji kirinên xwe yên dijminane yên li dijî Kurdan jî bi dawî bike. 

Endamên Yekitiya Mutehîdan a herêma Cizîrê doh çûn cem konê çalakiyê yê li dergeha Sêmalkayê. Çalakî îro di roja xwe ya 58'an de dewam dike. Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên di kemîna li Xelîfanê de şehîd bûbûn, nobetê li vir digirin. Li Xelîfanê 28-29'ê Tebaxa 2021´ê, hêzên PDK´ê di kemînekê de 5 gerîla şehîd kirin û yek jî bi birîndarî dîl girtibûn.     

Endamên Yekitiya Mutehîdan li ber konê xwepêşandanê kom bûn û dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla, şermezarkirina xiyaneta PDK'ê gotin. Endamê yekitiyê, Hisên Hac Hesen daxuyaniyek da û got, "Di demekê de ku hêzên nîştimanî yên kurdistanî daxwaza yekkirina refên Kurdan û şerê li dijî dijminên gelê Kurd dikin, PDK destê xwe dirêjî faşîzma Tirk dike ku dixwaze hebûna Kurdan ji holê rake."

Wî got, tişta PDK dike, kirinên dijminane yên li dijî Kurdan e. Wî bang li PDK`ê kir da ku dev ji berjewendiyên teng ên hizbî berde û ji bo yekrêziya hêzên Kurdan bixebite.

Wî xwest rayedarên PDK´ê cenazeyên şehîdan jî radestî malbatên wan bike.

ANHA/DÊRIK