• Dûran Kalkan destnîşan kir ku êrişa li ser wesayita zirxî ya hêzên PDK'ê mîna bombekirina nexweşxaneya li Efrînê, amadekariya ji bo civîna NATO'yê bû. Kalkan xwest kes nexape û bila Kurd bi ser bikevin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan tevlî bernameya taybet a Medya Haber TV bû û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê, nêzîkatiya PDK'ê û helwêsta PKK'ê şirove kir.

Duran Kalkan diyar kir ku ew şerekî dijwar li ser xeta xwebexşandinê ya Zîlanê dimeşînin; di vê oxirê de bi hezaran şehîd dane û hê didin; qala dijminatiya dewleta Tirk a sondxwarî li dijî gelê Kurd kir û ji bo vê dagirkeriya wê ya li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê mînak da û anî ziman ku dewleta Tirk çawa çeteyên berhevkirine li gelek deveran daye şerkirin û niha jî dixwaze li Kurdistanê herêmeke çeteyan ava bike û Kalkan ev jî weke rewşeke metirsîdar destnîşan kir.

Kalkan got: “Çeteyên AKP-MHP'ê ketine nava Başûrê Kurdistanê. Ketin cihê gerîla. Şer li wir diqewime. PDK jî ji aliyekî ve hewl dide bikeve herêmê. Yanî rewşeke welê diafirîne, mîna ku PKK êrişî her kesî dike. Dibêjin PKK êrişî filan cihî dike. Ne bi vî rengî ye. Êriş li dijî PKK'ê ye. Li cihê ku lê ye êriş lê tê kirin. Hem sûcdar e, hem jî xwe mafdar nîşan dide. Dibêjin PKK çima li vir e? Tu jî hatiye vir. Artêşa Tirk çima li vir e? Kê aniye? Yanî yên ku anîne bila rabin eşkere bikin, ragihînin. Bila bêjin ku 'min bang li vê artêşê kiriye, dostê min e, baş e'. Çima nabêjin? Ji tirsa çi nabêjin? Bi sûcdarkirina PKK'ê hewl didin vê rewşê binixumînin. Gelo raya giştî ehmeq e, ji wan we ye, dikare bixapîne? Her kes zane ku li hev kirine û bi vî rengî hatine.”

Ji bo NATOʼyê kirin

Dûran Kalkan qala bûyera 5'ê Hezîranê li Metînayê qewimî jî kir û bi bîr xist ku 15'ê Hezîranê Mexmûr û Şengal hatin bombardûman kirin, dîsa 16'ê Hezîranê êriş li dijî Heftanînê hatiye kirin û pirsî ka ew pêşmerge çima hatine Metînayê û got: “14'ê Hezîranê civîna bilind a NATO'yê hate lidarxistin. Emerîka û dewleta Tirk hevdîtin kirin. Tayyîp Erdogan rabû li salona NATO'yê axivî. Dema ku me ew axaftin bihîst, hingî me bûyer fêhm kir. Li wê derê got, 'YPG'ê li nexweşxaneya Efrînê xist, sivîlan qetil dike, rêxistina terorê ye, filan û bêvan'. Xuya ye ku eger jê bihata wê hîn bêhtir bigota 'PKK êriş dike, li Metînayê êriş dike, êrişî dostê me, êrişî PDK'ê dike. Em ji bo wan li wir in’. Dibe ku bi rengekî veşartî gotibe jî. Eşkere ye ku ev hemû ji bo wê yekê kirin ku li dijî PKK'ê biryareke NATO'yê werbigire. Yanî ji bo şerê li dijî PKK'ê xwest ku ji nû ve piştgiriya hêzên NATO'yê werbigire. Amadekariya ji bo civîna bilind bû.” 

Têkilî, tifaq û yekîtî

Dûran Kalkan li ser hebûna PKKʼê ya li Başûrê Kurdistanê jî axivî û bi bîr xist ku ew 40 sal in, li herêmê ne; li ser vê peyman di navbera PKK û PDKʼê de hatine kirin; îmze jî Rêber Apo û Mesûd Barzanî li binê peymanê danîne; li gelek deveran bi hev re kar kirine û ev li qezenca PKK û PDKʼê bûye û ji bo vê jî Kalkan gelek numûneyên salên borî mînak dide û dibêje; “Salên 1990'î şerê PDK-YNK'ê, şerê PDK-PKK'ê her tim bi şer derbas bû. Piştî sala 2000'î têkilî çêbûn. PKK jî bi pêş ket, PDK jî bi pêş ket. Bicihbûna PKK'ê li cihê ku niha 'dagirkerî' tê gotin, bi gelê Kurd timî da qezençkirin. Bi azadiya Kurdan da qezençkirin, bi PDK'ê da qezençkirin. PDK anî vê astê. Niha me ev yek pêşniyar kir. Qala pîvana qezenç bike bide qezençkirin tê kirin. Yanî bi têkilî, tifaqê û yekîtiyê em bi ser bikevin.”

Bila gelê Kurd qezenc bike

Kalkan anî ziman ku ew nafikirin li ser PDKʼê serwer bin û got; PKK dixwaze bide qezenckirin. Tevgereke fedayî ye, tiştekî ku jê bitirse nîne. Em di wê baweriyê de ne ku wê rastî baştir bê dîtin, bê fêhmkirin û helwesteke rast bê nîşandan. Banga rêveberiya me jî li ser vê bingehê bû. Bi navê PKK'ê em vê bangê dubare dikin.

Bi esasî em bang li gelê xwe, rewşenbîran, hunermendan, siyasetmedaran, jin û ciwanan dikin ku li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê ji bo afirandina yekîtiya neteweyî demokratîk têkoşînê bênavber bimeşînin, xurt bikin û bigihînin encamê. Ya ku bide qezençkirin ev yek e."

NAVENDA NÛÇEYAN