Bila kompûterên we hişyar bin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 16 Kanûn 2021 - 22:15

  • Microsoftê hişyar kir ku Çîn, Îran, Koreya Bakur û dewleta Tirk aliyên lawaz ên vê bernameyê bi kar tînin. 

Microsoftê hişyar kir ku Çîn, Îran, Koreya Bakur û dewleta Tirk aliyên lawaz ên vê bernameyê bi kar tînin. Li gorî Microsoftê, hackerên dewleta Tirk, Çîn, Îran û Koreya Bakur zend û bend badane da ku ji aliyên lawaz ên ewlekariya bernameyên Microsoftê sûdê wergire û kontrola cîhazan bi dest bixe. Li gorî texmînan bi sed milyonan cîhaz bi vî rengî di tehlûkeyê de ne. Microsoft negot, ka hackeran kî ji xwe re kirine hedef. 

Hejmara sedmilyonan cîhazî jî texmîna saziyeke fermî ya Emerîkî ye. Li gorî Ajansa Ewlekariya Cyber û Binesaziyê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CISA) bi sed milyonan cîhaz ji ber vê lawayiya di ewlekariya bernameya Microsoftê de di tehlûkeyê de ne û ferman da ajansên federal hemûyan ku bernameyên xwe nû da ku bersivê bidin vê tehlûkeyê. 

Ka hackerên koma dewleta Tirk çawa ev lawazî bi kar anîne, û li dijî kê agahî berhevkirine, li ser vê yekê ne Microsoftê, ne jî CISA’yê ti agahî nedan.

WASHINGTON 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.