- Nefs; mirov dibe helakê jî, hildide ba xaliq jî! Mirov dixe bin erdê jî, hildide jor jî. Nefs; tim dixwaze, carina mîna kûçik e, tim devê wî vekiriye, qet têr nabe, çiqasî hebe dibêje hinekî din…
OSMAN KAPAN
HELBEST;
Dohtina mêjî,
gotina meyandî,
coşa dil e…
çîrok;
Maka helbestê ye,
helbest çîroka seradkirî ye….
Îca divê em ji hev re çîrokan bibêjin, derd, kul û merema xwe bi wan bipêjin, bila tu kes bê çîrok nemîne da gotin tirş nebe…
Ciwanekî bi temenê xwe hivde- hijde salî, ji hêla ilim ve xwe gihandibû lûtkeyê. Ango wî welê digot. Bi rastî jî alim û zanyarên li derûdorê nekarîbûn pê re nîqaşê bikin. Bi şêwe, zanyarî û gotubêji ya xwe zîrek û qanîkar bû. Gotinên wî cihê xwe digirtin. Şiroveyên wî xweser û li gorî aqila bûn. Bes hê jî xwe têr nedidît. Biryara xwe dabû ku li ilim bigere, xwe hîn pirrtir zana bike. Bavê wî jî zanyarekî xurt bû. Îca biryara xwe ji bavê xwe re got. Bavê wî zanîbû ku hîn kurmê nava wî neşikestiye, çi bêje jî dê biçe. Got: “Kurê min, tişta tu hîn bûyî hîm e, ya ku tu li ser hîm zêde bike bi te re ye. Kes nikare hînî te bike, ancax ya nava te şiyar bikin. Ji îro pê ve alim jî, şagirt jî tu yî. Ji tu kesî alîkariyê nexwaze. Xwestin wê li pêşiya zanîna te bibe asteng. Heya tu tiştekî heq neke teqez divê tu negire û tenezul neke lê jî binere…“
Lawik çend nan û hinek penîr xiste tûrikê xwe, berê xwe da oxirê, pista xwe da felekê û kete rê. Çol û çolistan, dar û daristan, deşt û newal li pey xwe hiştin. Piştî çend rojan nan û pêxwarina wî xelas bû. Birçî bû. Çend rojan xwe neda nav gundan, bi av û hinek giya debara xwe kir. Lê dît ku debar nabe, rêya xwe bi gund xist. Bes fedî kir ku ji kesî tiştekî bixwaze. Gotina bavê wî ya; “heya tu tiştekî heq neke teqez divê tu negire” wekî fîzîna bayî xwe li guhê wî dida.
Çiqasî çû sebra wî kêm dibû, hiş û ramana wî tim li ser xwarinê bû. Mirov li ser çi bifikire ew e, biqasî fikirandina xwe ya! Li binê dara biyê xwe dirêj kir zîq li jor nerî, dît ku tevnepîrek tevnê dirêse. Piştî karê xwe xelas kir sekinî. Qasek di ser re derbas bû mêşeke reş hat li ser tevnê danî, çiqasî hewl da ku rabe nikarîbû rabe. Lewra pê ve zeliqîbû. Tevnepîrê mêş mêht heya xwîna wê hemû vexwar. Ciwan li xwe hay bû ku zanîna wî kêm e, ango hînbûneke jiber e. Diviyabû hîsa xwe xurt, mêjiyê xwe afirîner bike! Gotina bavê wî ya ku digot: “Kurê min, zanîn di nava te de ye, tu kes nikare hînî te bike, ancax zanîna nava te nîşanî te bide. Ev carina bi kirinekê, carina bi îşaretekê, carina bi dîtinekê, zanîna te şiyar bibe,” hate bîrê. Nexwe divê mirov ji xwe haydar be, divê îla tiştek bibe wesîle. Wî ciwanî piştî ewqas perwerde û zanînê, ji bo ronî bibe hay ji kesayeta xwe hebe diviyabû tiştek jê re ayan bibe. Tevnepîr bû sebeba ronîbûna wî.
Rojekê bi bavê xwe re nîqaşa; Nefs, xwebûn û kamiliyê kiribû. Ew gotin li taqê dîwarê guhê wî diketin û xwe berdidane ser mêjî: “Kurê min, sebir, dilê safî û paqij, bawerî, bîrewerî, rasteqîniya jiyanê, kuştina nefsê, kamilbûn xwebûna bi dara xwe ve gihayî riknê kesayeteke ku gihiştiye rêwîtiya heqîqetê. Kî/ kê bigihîje vê zanînê êdî karê bikeve rê.“
Xwe bi xwe got: ”Ku mirov bi sebir be, wekî pîretevnê qismetê te wê were ber devê te. Mirov wê zûtir bigihe mirad û mexseda xwe. Lewra bêsebrî mîna asîdê nava mirov dişewitîne, mêjî disekinîne. Wê demê hêla insanî dimire. Îca ku dilê te safî û paqij be, wê hemû başî tê de cih bigire. Ji ber ku xerabî nayê bîra te, dostên te wê zêde bibin, dijminên te kêm. Ku tu bi bawerî û bîrewer be. Bawerî biryarê xurt dike, tişta werê kirin dê ji dil be. Bîrewerî mîna xetîre yê tim pêşiya mirov ronî dike, yên pêşiya wan ronî be nahiltepilin!
Ku tu di haybûna jiyanê de bî, xweşî û nexweşiyên jiyanê dê li gorî te tiştên xwezayî bin. Ji ber wê wê berê te tim li rastiyê be. Ku te rastî ji xwe re kire rêber, hîsa nava te wê bibe rênasê te! Nefs; mirov dibe helakê jî, hidide ba xaliq jî! Mirov dixe bin erdê jî, hildide jor jî. Mirov rezîl û riswa jî dike, bi qedir û qîmet jî. Lewra nefs; navenda dil, mêjî û şewhetê ye. Mêzîn bi kîjan hêlê ve berjêr bibe li wir e. Ku mêzîn be baş e, li gorî çaviya dil be rast e, li gorî şehwê be helak e, ji xwe dûr ketine! Nefs; tim dixwaze, carina mîna kûçik e, tim devê wî vekiriye, qet têr nabe, çiqasî hebe dibêje hinekî din…”
Wisa xwe bi xwe digot û hey digot…